Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sîlîvriyê ya Stenbolê di nava deryayê de erhejeke nû ya bi hêza 4 pileyan çêbû.
Paşlerze û erdhejên li Stenbolê yên piştî erdheja doh a bi hêza 6,2 pileyan berdewam in.
Navenda Çavdêriya Erdhejan a Kandîlliyê ragihand ku îro saet 17:52yan li navçeya Sîlîvriya Stenbolê di nava deryayê de erdhejeke din a bi hêza 4 pileyan çêbûye.
Daîreya Erdhejan a Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) jî ragihand ku hêza wê erdhejê 3,7 pile bûye û li kûrahiya 7 kîlometrayan çêbûye.
Li sînorên navçeya Sîlîvriyê doh saet 12:49an li nava Deryaya Marmarayê erdhejeke bi hêza 6,2 pileyan çêbû.
Parêzgariya Stenbolê ragihand ku di erdhejê de 151 kesan xwe ji tirsan xwe ji cihên bilind avêtiye û bi wî awayî birîndar bûne.
Paşlerze û erdhejên piştî wê erdhejê berdewam in.
Li gorî AFADê piştî erdheja 6,2yan, li Stenbolê 266 paşlerze û erdhejên din hatine tomarkirin ku ya herî mezin 5,9 pile bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse