Qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê hatin bibîranîn: ‘Em ji bîr nakin’

10-10-2025
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Gara Enqereyê Tuncer Bakirhan DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di 10emîn salvegera Komkujiya Gara Enqereyê de qurbaniyên êrişê li cihê bûyerê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di çalakiya bibîranînê de axivî.

Di dema Mîtînga Aştiyê ya ku ji aliyê partî û sendîkayên wekî HDP, KESK, DÎSK, TTB û TMMOBê ve hatibû organîzekirin de 10ê Çiriya Pêşîn a 2015an 2 endamên DAIŞê êrişeke xwekujî pêk anîbû.

Di encama teqînan de 104 kesan canê xwe ji dest dabû û zêdetirî 500 kesî jî birîndar bûbûn.

Di çalakiya bibîranînê ya îro de, ji bilî malbatên qurbaniyan û kesên di komkujiyê de birîndar bûbûn, gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî amade bûn.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de got:

"Ez li ser navê DEM Partiyê, malbatên şehîdên Garê silav dikim. Rêhevalên şehîdên Garê silav dikim.

Bila her kes baş zanibe ku em vê komkujiyê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin.

Heta ku rastiya vê komkujiyê dernekeve holê, em dê tevî malbat û rêhevalên şehîdên Garê têkoşîna xwe bidomînin."

Derbarê komkujiyê de piştî darizandineke 9 salan, 26ê Hezîrana 2024an li 10 tohmetbaran cezayê heta hetayê hatibû birîn lê 16 tawanbarên ku navê wan di dosyeyê de ye, heta niha nehatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst