Dayîkên Aştiyê: Em dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dayîkên Aştiyê Abdullah Ocalan Hefteya Mafên Mirovan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dayîkên Aştiyê xwest ku ew ji bo hevdîtna bi Abdullah Ocalan re herin Girava Îmraliyê.

Dayîkên Aştiyê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de, li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daxuyanî dan.

Li rogî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), dayîkan xwestiye ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe, "mafê hêviyê" were bicihanîn û ew di nav şandeya ku diçe Îmraliyê de cih bigirin.

Meclisa Dayîkên Aştiyê bi boneya 10ê Kanûna Pêşîn a Hefteya Mafên Mirovan li Amed, Wan, Şirnex, Riha, Êlih û Stenbolê daxuyaniyên hevpar dan.

Di daxuyaniyan de bal hat kişandin ser girîngiya aştiya civakî û hat diyarkirin ku binpêkirina "mafê hêviyê" rê li ber aştiyê digire.

Di metna hevpar de wiha hat gotin:

"Mafê hêviyê mafekî bingehîn ê mirovan e û astengkirina vî mafî binpêkirineke cidî ye.

Em careke din bangî dewletê dikin ku mafê hêviyê biparêze. Berdewamiya tecrîdê nîşan dide ku mafê hêviyê tê binpêkirin."

"Dewletê hîn jî gav neavêtine"

Li Amedê daxuyanî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hat dayîn.

Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Nezahat Teke diyar kir ku salek di ser banga Ocalan re derbas bûye û got:

"Bi banga 27ê Sibatê PKKyê xwe fesix kir. Lê dewletê hîn jî ti gav neavêtine.

Komîsyona ku li meclisê hat avakirin têrê nake. Diviyabû di serî de Dayîkên Aştiyê çûbûna Îmraliyê. Em dixwazin herin Îmraliyê."

“Aştî ji me re ferz e”

Berdevka Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Havva Kiranê jî bangî CHPyê kir ku li dijî aştiyê tevnegere û got:

"Aştî ji me re ferz e, em Tirkiyeyeke demokratîk dixwazin."

"Em dixwazin di Komîsyonê de cih bigirin"

Li Wanê jî Dayîkên Aştiyê û endamên Komeleya Dayîkên Aştiyê ya Erdîşê li avahiya ÎHDyê civiyan.

Dayîka Aştiyê Guleser Îşlerê ji Wezareta Dadê xwest ku ew di Komîsyona diçe Îmraliyê de cih bigirin û got:

"Heyet diçe lê em jî dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê bikin. Em dixwazin ku hêsirên ji çavên Dayîkan rawestin."

Hediye Koçakê jî diyar kir ku mifteya çareseriyê di destê Ocalan de ye û rexne li helwesta CHPyê girt.

"Xwîn bi xwînê nayê şûştin"

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayîka Aştiyê Behiye Nayir û Nebîha Akay axivîn.

Nebîha Akayê got, "Xwîn bi xwînê nayê şûştin. Divê hemû Dayîk, Dayîkên leşker û gerîlayan destên xwe bidin hev û bibêjin 'em aştiyê dixwazin'."

"Bila Ocalan were parlamentoyê"

Li Êlihê Kamîle Şîmşek û Şukran Sîncar axivîn.

Şukran Sîncarê xwest ku Ocalan were parlamentoyê û got, "Ne li Îmraliyê, em dixwazin li meclisê vê hevdîtinê bikin."

Li Riha û Stenbolê jî Dayîkên Aştiyê bi daxuyaniyan daxwaza azadiya Ocalan û rakirina tecrîdê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst