Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku eger agirbesta Idlibê bisernekeve, ew dê operasyonên zêdetir bikin.
Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip di komcivana heftane ya partiya xwe gotarek pêşkeş kir û tê de ragihand ku ewleakriya xalên wan ên çavdêriyê li Idlibê, ji bo wan gelek girîng e û eger êrîş ser wan bê kirin ew dê bi dijwarî bersiva wan êrîşan bidin.
Erdogan derbarê agirtbesta li Idlibê de got: “Eşkere nîne ku rejim û milîsên mezhebperest ên piştgiriyê didin wê çiqasî guh didin agirbestê. Ji niha ve binpêkirinên agirbestê yên piçûk dest pê kirin. Li gor peymana me û Rûsyayê li ser li hev kirî, em vê bi Rûsyayê re parve dikin û li bendê ne ku tevdîran hildin."
Derbarê xalên çavdêriyê yên li Idlibê de jî Erdigan da got ku heke êrîşeke herî biçûk jî bînin ser van deran ew dê bi bersiveke dijwar bidin wiha pê de çû: “Em ji nêzîk ve dişopînin ku rejim û milîsên alîgirên wê, li ser xeta agirbestê benda ava dikin. Me soz da, aliyê li hemberî me jî heke bi heman hesasiyetê tevbigere em heta dawiyê li ser soza xwe ne. Lê yên li hemberî me soza xwe bi cih neynin, em dikarin ya ji berê girantir bi ser wan da herin."
Serokomarê Tirkiyê herwiha amaje bi wê yekê kir ku eger agirbesta li Idlibê ji aliyên hêzên artêşa Sûriyê yan alîgirên ve were binpêkirin ew dê operasyonên xwe zêdetir bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse