Hewlêr (Rûdaw) - Heqaret û dijûnên ku di maça Somaspor û Bursasporê de li hemberî Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê hatibûn kirin li parlamentoyê Tirkiyeyê jî bûn rojev.
Di maça di navbera Bursaspor û Somasporê ya 16ê Kanûna Paşîn de, komek alîgirên Bursasporê bi dirûşmên zayendperest û dijûnan heqaret li Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê kirin.
Ev kiryar li Tirkiyeyê bû rojev û zimanê nefretê yê li stadyuman rastî bertekên tund hat.
Mijar heta Parlamentoya Tirkiyeyê jî hat veguhastin.
Dîmenên heqaretê yên di dema maçê de li ser medyaya civakî belav bûn.
Bi hezaran bikarhêneran bi etîketa #LeylaZanaOnurumuzdur (Leyla Zana rûmeta me ye) bertekên xwe li dijî zimanê nefretê nîşan da û bangî rayedaran kir ku erka xwe bi cih bînin.
Berteka tund a parlamenterên DEM Partiyê
Parlamenterên DEM Partiyê li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê axivîn, wan bûyer şermezar kir û xwest ku dest bi pêvajoya yasayî were kirin.
"Divê demildest lêpirsîn bê destpêkirin"
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar bal kişand ser zêdebûna gotinên nijadperest ên li stadyuman û got:
"Di salên dawî de, bi taybetî di maçên Amedsporê de pesnê JÎTEMê û gefên Torosên spî hatin dayîn û di gelek maçan de heqaret li gelê Kurd hatin kirin.
Herî dawî di maça Bursaspor û Somasporê de, li ser nirxa siyasî ya gelê Kurd Leyla Zanayê dirûşmên heqaretê hatin berzkirin.
Divê derbarê van gotinên nijadperest demildest lêpirsînên dadî bên destpêkirin û berpirs bên cezakirin."
"Leyla Zana rûmeta gelê Kurd e"
Parlamenterên din ên ku li Lijneya Giştî axivîn jî li dijî êrişa li ser Leyla Zanayê zimanekî hevpar bi kar anîn.
Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayanê jî axaftina xwe bi anîna rojevê ya vê heqaretê dest pê kir.
Dîlan Kunt Ayanê got, “Gotina me ya ewil ji bo nijadperestên ku êrişî Leyla Zanayê dikin ev e, Leyla Zana rûmeta gelê Kurd e, Leyla Zana dîrok e, têkoşîna wê dê we jî biguhere, hinekî sebir bikin.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî di dawiya gotinên xwe de got:
“Gotina min a dawî ji bo faşîstan ev e, Leyla Zana rûmet, nirx û dîroka gelê Kurd e.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat jî wiha axivî, “Gotineke me jî ji bo kesên ku êrişî Leyla Zanayê dikin heye, Leyla Zana rûmeta gelê Kurd e, têkoşîna wê dê rojekê teqez we jî biguhere.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse