Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê û Parlamenterê Stenbolê Fetî Yildiz ragihand ku ew dê ji bo bipêşketina pêvajoyê û derxistina yasayan nivîsekê bidin Parlamentoya Tirkiyeyê.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di çarçoveya kar û xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de îro bi nûnerên partiyên siyasî yên ku di Komîsyonê de ne re civiya.
Civîna Numan Kurtulmuş û nûnerên partiyên siyasî li jûra Kurtulmuş a li Parlamentoya Tirkiyeyê bi awayekî girtî hat kirin.
Serokwekîlê Koma AK Partiyê Abdulhamît Gul, Serokwekîlê Koma CHPyê Murat Emîr, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz û Serokê Koma Yenî Yolê Bulent Kaya beşdarî civînê bûn.
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz piştî civînê daxuyanî da.
Yildiz ragihand, eger heta dawiya salê nivîsandina rapora hevbeş bi dawî nebe ew dê dema xebata komîsyonê dirêj bikin.
Yildiz diyar kir ku dê ji her partiyên ku komên wan hene, endamek beşdarî xebatên nivîsandina rapora hevbeş bibe.
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz anî ziman:
"Em bi hevalan re dirêj dirêj li ser rêbazê axivîn. Em dê roja duşemê bicivin.
Em dê di hefteyên pêşiya me de jî rapora hevbeş amade bikin.
Em dê çarçoveyê diyar bikin û piştî serê salê jî ne wekî pêşniyara yasayî, wekî çarçove nivîsekê bidin Parlamentoyê.
Partiyên ku komên wan hene, dê her yek endamekî, hevalekî bidin.
Bi îhtimaleke mezin jî em dê bi hevalên ku niha beşdarî civînê bûne re berdewam bikin.
Eger partî guhertinan bikin, ev biryara wan e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse