Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Lijneya Îdareya Giştî û Alîkarê Serokê Kar û Barên Medyayê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu bertek nîşanî wan heqaretan da ku li Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê hatibûn kirin.
Di maça futbolê ya di navbera Somaspor û Bursasporê de, hinek alîgirên Bursasporê bi dirûşman heqaret û dijûn li siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê kirin.
Bertekên li hemberî wan heqaret û çêrên (dijûn, siqêf, xeber) ku li Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê hatibûn kirin zêde dibin.
Endamê Lijneya Îdareya Giştî û Alîkarê Serokê Kar û Barên Medyayê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu bertek nîşanî bûyerên nîjadperest ên li qadên futbolê da û bangî rayedaran kir.
Şeyhmus Tanrikulu diyar ku ku di bin navê futbolê de hewl tê dayîn faşîzm û nîjadperestî asayî bibe û xwest ku ceza li tîman were birîn.
"Rezalet û bêexlaqî ye"
Bi gotina Tanrikulu ji bilî komeke biçûk “kes neket vê dafikê” û wî bûyerên qewimîne bi tundî rexne kirin.
Şeyhmus Tanrikulu wiha got:
"Heta îro li qadên futbolê rezalet, bêexlaqî û bêşermiyeke girseyî ya bi vî rengî nehatiye dîtin.
Gelo Federasyona Futbolê di xew de ye? Dozger li kû ne? Siyasetmedar li kû ne?"
"Bila ceza bidin wan"
Rayedarê HUDA PARê daxwaz kir ku saziyên pêwendîdar bikevin dewrê û pêşniyarek jî kir.
Tanrikulu got, "Divê herî kêm salekê cezayê lîstina bêyî temaşevanan li her du kuluban were birîn."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse