DEM Partî bi rojeva pêvajoyê civiya

11-06-2025
Nîşan DEM Partî Pêvajo Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Lijneya Birêvebiriya Navendî ya DEM Partiyê ji bo nîqaşkirina pêvajoya nû û nexşerêya ku bê şopandin civiyan.

Endamên Lijneya Birêvebiriya Navendî ya DEM Partiyê îro bi serokatiya hevserokên giştî Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan li Enqereyê civiyan.

Hat diyarkirin ku rojeva sereke ya civînê pêvajoya piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan e û dê rewşa heyî bê nirxandin.

Her wiha dê di civînê de rola partiyên siyasî û Parlamentoya Tirkiyeyê ya ji bo bipêşveçûna pêvajoya heyî û çawaniya nexşerêyê bên gotûbêjkirin.

Hat gotin ku dê di civinê de derbarê gavên pêwîst nerîn û pêşniyar bên wergirtin û derbarê çalakiyên ku dê bên sazkirin de planek bê amadekirin.

DEM Partiyê biryar dabû ku hezar û 950 civînên gel bike û bi navê “Şahiyên Demokrasiyê” çalakiyan saz bike.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê piştî bidawîbûna civînê demjimêr 15:00an li navenda partiya xwe derbarê naveroka civînê daxuyaniyekê bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst