Lijneya Navendî ya DEM Partiyê bi rojeva pêvajoyê civiya

23-09-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Civîn Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Birêvebirina Navendî ya DEM Partiyê bi armanca nirxandina rewşa herî dawî dest bi civînê kir û "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" mijara sereke ye.

Lijneya Birêvebirina Navendî ya DEM Partiyê îro li Enqereyê bi serokatiya hevserokên partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê civina xwe pêk tîne.

Di civinê de rewşa pêvajoya çekdanîn û xwe fesixkirina PKKyê, qonaxa niha û kêmasiyên hene dê bên nirxandin.

Her wiha mijareke girîng a civînê serdana Heyeta Îmraliyê û Hevserokên DEM Partiyê ye ku beriya niha hatibû ragihandin.

Li gel vê yekê dê kar û xebatên Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê jî bên gotûbêjkirin ku piştî temamkirina guhdarkirinê dê pêşniyarên sererastkirina yasayan bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst