Rûniştina doza Umît Ozdag hat kirin: Çi biryar hat dayîn?

11-06-2025
RÛDAW
Nîşan Umît Ozdag Rûniştin Doz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku bi tohmeta “teşwîqa xelkê ya kîn û dijmindariyê” hatibû girtin, heta 4 sal û nîv cezayê girtîgehê hat xwestin.

Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku bi nijadperestî û dijayetîkirina koçberan tê naskirin 20ê Kanûna Paşîn a 2025an bi tohmeta “heqareta li Serokkomar” û “teşwîqa xelkê ya kîn û dijmindariyê û heqareta li xelkê” hatibû girtin.

Rûniştina îro ya doza Umît Ozdag li 18emîn Dadgeha Cezayan a li Girtîgeha Sîlîvriyê ya Stenbolê hat kirin.

Umît Ozdag û parêzerên xwe di rûniştina dozê de amade bûn.

Piştî parastina parêzeran, dozger xwest ku Serokê Partiya Zaferê ji tohmeta “teşwîqa xelkê ya kîn û dijmindariyê” ji salek û nîv heta 4 sal û nîv bi cezayê girtîgehê were cezakirin û rewşa wî ya girtîmayînê jî berdewam be.

Piştre dadwer biryar da ku rewşa girtîbûnê ya Umît Ozdag berdewam be û rûniştin ji bo 17ê Hezîranê hate bipaşxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst