Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gulyaliyê ya parêzgeha Orduyê 2 karkerên Kurd ên ji Êlihê ji bo ku xwe hênik bikin ketin deryayê piştî demekê di nava deryayê de winda bûn.
Karkerek hat rizgarkirin û yê din jî winda bû.
Li gorî agahiyan, karkerên demsalî M.Y. û Y.K. yên ku ji Êliha Bakurê Kurdistanê ji bo berhevkirina findiqan çûbûn Orduyê doh êvarî piştî kar ji bo ku xwe hênik bikin ketin deryayê.
Piştî ku welatiyan dît karker ji ber çavan winda bûne, wan tîmên rizgarkirinê agahdar kir.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme, ewlehiya beravê û polîsên avê çûn cihê bûyerê.
Y.K. bi alîkariya welatiyan ji avê hat derxistin û wan ew bir nexweşxaneyê.
Ji bo dîtina M.Y. jî tîmên lêgerîn û rizgarkirinê dest bi xebatan kir.
Hat zanîn ku masîgir û tîmên bin avê yên deryayê jî piştgiriyê didin xebatan lê hewldan heta niha bê encam mane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse