Grok li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat astengkirin

11-09-2025
RÛDAW
Nîşan Grok X Astengkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gihîştina Groka hişê çêkirî ya Xê hat astengkirin.

Grokê meha Tîrmehê bi bersivên xwe yên bi heqaret ketibû rojeva cîhanê.

Hat ragihandin ku biryar bi hinceta "parastina ewlehiya neteweyî û aramiya giştî" hatiye dayîn.

Li gorî daxuyaniya Komeleya Azadiya Derbirînê biryar ji pêşkêşkarên xizmeta înternetê re hatiye şandin.

Hîn nehatiye eşkerekirin ku biryar ji aliyê kîjan dadgehê ve hatiye dayîn.

Hesab ji aliyê Xê ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi temamî hatiye nedîtbarkirin.

Berê jî 50 postên li ser hesabê Grokê yê Xê bi biryara 7emîn Dadgeha Cezayê ya Sulhê ya Enqereyê hatibûn astengkirin.

Hinek ji van postan ji aliyê Xê ve hatin jêbirin û yên ku nehatin jêbirin jî hatin nedîtbarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst