Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê ew nûçeyên ku digotin Îsraîlê li Sûriyeyê "li hebûna Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê daye" derewand.
Wezareta parastinê ya Tirkiyeyê derbarê operasyonên Îsraîlê yên li Sûriye û Qeterê de daxuyanî da.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê pirsên derbarê êrişên Îsraîlê wiha bersivandin:
“Êrişên Îsraîlê yên li axa Sûriyeyê û li Qeterê li dijî hiqûqa navneteweyî ne û êrişeke eşkere ya li ser serweriya her du welatan in.
Kiryarên bi vî rengî yên provokatîf, aloziya li herêmê gur dike û bandoreke neyînî li hewlên aştiyê dikin.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê hemû çalakiyên xwe yên li Sûriyeyê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî û mafê xweparastina rewa de didomînin.
Di vê çarçoveyê de nûçe û îdiayên ku dibêjin Îsraîlê li Sûriyeyê li hebûna Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê daye, bêbingeh in û rastiyê nîşan nadin.
Derbarê yekîne, personel û amûrên me yên li Sûriyeyê ti rewşeke neyînî nîne.”
“Em bi Sûriyeyê re di nav hevahengiyê de xebatên xwe didomînin”
Wezareta Tirkiyeyê li ser rewşa dawî ya Sûriyeyê tekezî li ser “Yek dewlet, yek artêşê” kir û wiha got:
“Hikûmeta Sûriyeyê bi hemû sazî û yekîneyên xwe ve xebatên xwe yên ji bo jinûveavakirinê û pêkanîna aramî û ewlehiyê li welêt didomîne.
Di vê çarçoveyê de, bi taybetî ji DAIŞê em daxwazên Hikûmeta Sûriyeyê ji bo paqijkirina herêmê ji terorîzmê, bi awayekî ku rasterast beşdarî aramî û geşbûna gel bibe, li ber çavan digirin û em di vê çarçoveyê de bi hevrêziya bi Sûriyeyê re xebata xwe didomînin.
Piştî ku di 13ê Tebaxa 2025an de “Memorandûma Lihevkirinê ya Perwerde û Şêwirmendiya Hevpar” hat îmzekirin, xebatên jinûveavakirina Hêzên Çekdar ên Sûriyeyê bi lez bûn.
Li gorî daxwazên hikûmeta Sûriyeyê, ji bo zêdekirina kapasîteya parastin û ewlehiyê çalakiyên perwerde, serdan, şêwirmendî û piştevaniya teknîkî hatin destpêkirin.
Ev çalakî bi awayekî koordînekirî û plankirî bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re tên meşandin.
Aramî û ewlehiya Sûriyeyê ji bo aştiya herêmê gelekî girîng e.
Tirkiye di vî warî de ji bo domandina hevkariya xwe ya nêzîk bi hikûmeta Sûriyeyê re û piştgirîkirina prensîba ‘Yek dewlet, yek artêş’ bibiryar e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse