Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş, derbarê xwekuştina Enes Kara de got: “Xwekuştina Enes Kara gelekî bi êş e. Ez gelek xemgîn bûm.”
Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, xwendekarê Zanîngeha Firatê yê bi navê Enes Kara ji ber zextên li beşeke navxweyî ya taybet (yûrd) a cemaetekê û malbata xwe dawî li jiyana xwe anî.
Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Xwekuştina Enes Kara gelekî bi êş e. Ez gelek xemgîn bûm. Ji Xwedê, bo wî rehmê dixwazim. Mijar hejarî ye. Mijar bi rêya hejariyê siyaseta teslîmwergirtina hikûmet û terîqetan e. Em ê vê rewşê hemû bi hev re biguherin.”
Bûyera xwekuştinê
Li Xarpêtê xwendekarê Zanîngeha Firatê yê beşa pizîşkî Enes Kara piştî li ser sosyal medyayê behsa zextên li ser xwe kir, dawî li jiyana xwe anî.
Enes Kara di vîdeo de dibêje, bi zexta malbata xwe li beşekî navxwe yê cemaetekê dimîne û li wêderê bi neçarî nimêjê bi wan didin kirin. Enes Kara piştî belavkirina vîdeoyê li beşa navxweyî ya lê dima dawî li jiyana xwe anî.
Enes Kara di vîdeo de wiha got:
“Ez niha tevî ku naxwazim li yûrda cemaetê dimînim. Tevî min çend caran ji malbata xwe re got, dema min zanîngeh qezenc kir û ez hatim vir min got, lê zext li min kirin, ku ez li vir bimînim. Berpirsê vêderê bi min re axifî û ji min re got; `tu bi zexta malbata xwe li vir dimînî.` Min got `erê`. Li bavê min geriya û pê re axifî, lê bavê min li min geriya û ji min re got; `rêkarên yûrdê cîbicîh bike. Nimêja xwe bike û pirtûkan bixwîne û hwd.` Ez di rewşeke wiha de me, dixwazim behsa rojeke xwe bikim. Sibehê 6:30 bo nimêjê radibin û piştre diçin zanîngehê û heta navbera 4:30 – 5:30 li wir dimînim. Ji xwe demjimêr 5an dema xwarinê ye û piştre nimêja êvarî heye. Demjimêrêkê xwendina pirtûkên li vêderê neçarî ye û piştre nimêja eşayê heye. Heta em van dikin demjimêr dibe 8 û ji aliyê gerdûnî ve zêde diwestin. Jixwe hemû rojê li dibistanê ne, bi ser de dema van jî dikî, hest bi wê yekê dikî ku azadiya we hatiye astengkirin. Rewşeke gelekî xirab e, bi rastî piştî demekê tehemul nakî. Demjimêr 11an radizim, nexwe roja din bêxew dimînim. Rojên Duşemê jî dersên cemaetê hene, bi neçarî beşdarî wê jî dibin. Ji demjimêr 8 heta 10 berdewam dibe. Dawiya hefteye jî, ders, xwendina pirtûkan û paqijî û hwd. hene. Rojane tenê bo we 3-4 demjimêr dimînin, belkî ew jî namîne. Dem diguhere. Di nav rewşa heyî de, min hêvî û daxwaza jiyanê ji dest da û ez nikarim vê rewşê ji malbata xwe re bibêjim, ditirsim, ez nizanim dê çi bikin. Ji ber ku potansiyela kirina her tiştî heye.”
Hejmara cemaetên olî yên li Tirkiyê
Li gor lêkolîneke sala 2018an a Pisporê Perwerdeyê Esergul Balci, li Tirkiyê 30 cemaetên olî hene û 2 milyon û 600 murîd û 445 tekeyên wan hene. Herwiha ji sêyan yekê 10 hezar 53 dibistanên taybet ser bi cemaetan e, ku piraniya wan li Bakurê Kurdistanê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse