Heyeta Îmraliyê dê bi Erdogan re bicive: Serlêdan hat kirin

12-03-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Heyeta Îmraliyê Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partiyê ragihand ku Heyeta Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re serlêdana fermî kir.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî dabû zanîn ku Heyeta Îmraliyê îro, sibe dê ji bo hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê re serlêdanê bike.

DEM Partiyê di daxuyaniyekê de ragihand:

“Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Serokkomar Erdogan re randevû xwestiye.”

Hevserokên DEM Partiyê piştî banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan gereke din a serdanan partiyên siyasî da destpêkirin.

Tuncer Bakirhan îro piştî serdana Partiya Saadetê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê yê Enqereyê Şewket Herkî ya li ser hevditîna Heyeta Îmraliyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de got:

“Helbet dibe ku heyeta me li gel birêz Erdogan bicive.

Ma çima necive?”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna koma partiya xwe ragihandibû ku eger Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji wî daxwaza hevdîtinê bike ew dê qebûl bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin