Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çend girtî hene?

12-04-2025
RÛDAW
Nîşan Girtîgeh Girtî Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Birêvebiriya Giştî ya Girtîgehan a Tirkiyeyê, li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 403 hezar û 60 girtî hene.

Ev hejmar 103 hezar û 179 kes ji kapasîteya girtîgehan zêdetir e.

Birêvebiriya Giştî ya Girtîgehan a Tirkiyeyê amarên dawî yên girtiyên ku li girtîgehan dimînin eşkere kirin.

Li gorî amaran di tevahiya girtîgehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de bi giştî 403 hezar û 60 girtî dimînin.

Amar di demekê de ye ku li gorî zanyariyên malpera fermî ya Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kapasîteya 395 girtîgehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 299 hezar û 881 kes in.

Wate ew girtîgeh tenê dikarin ew qas kesan li xwe bigirin lê li gorî amarên dawî 103 hezar û 179 kesên girtî ji kapasîteya heyî di girtîgehan de dimînin.

Li gorî amaran li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2yê Kanûna Paşîna 2024an 292 hezar û 282 kes, 3yê Hezîrana 2024an 337 hezar û 760 kes, 1ê Çiriya Paşîna 2024an 371 hezar û 587 kes, 2yê Kanûna Pêşîna 2024an 378 hezar û 657 kes, 3yê Sibata 2025an 392 hezar û 456 û 3yê Adara 2025an jî 398 hezar û 694 kes diman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin