Bakirhan: Kongre ji bo Tirkiyeyê li ser xêrê be

12-05-2025
Nîşan PKK Kongre Tuncer Bakirhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Kongre ji bo Tirkiyeyê li ser xêrê be.”

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12an eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û hemû xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Kongreyê avahiya rêxistinî ya PKKyê fesix kir, têkoşîne çekdarî û karên bi navê PKKyê tên kirin hemû bi dawî kirin.

DEM Partiyê piştî vê yekê biryar da ku Lijneya Navendî ya Birêvebiriyê li hev bicive.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan berî civînê daxuyaniya ewil da.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan amaje bi “avakirina Tirkiyeyeke demokratîk” da û got:

"Kongre ji bo Tirkiyeyê li ser xêrê be. Êdî ti hincet nemaye ku em Tirkiyeyeke demokratîk ava nekin.

Hêvîdar im ku em vê pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin