Sezaî Temellî: Em êdî li benda gavên hikûmetê ne

09-05-2025
Omer Sonmez
Nîşan PKK Kongre DEM Partî Agbullah Ocalan Sezaî Temellî
A+ A-

Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî derbarê kongreya PKKyê de ragihand ku di pêvajoya pêşiya me de divê li parlamentoyê zemîneke nû ya muzakereyan were avakirin.

Temellî bangî dezgehên birêvebir kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) eşkere kir ku wê 12emîn kongreya xwe bi awayekî serkeftî li dar xistiye.

PKKyê li ser kongreyê got: “Kongreya 12emîn a PKKyê di navbera 5-7ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hat lidarxistin.

Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hat pêkanîn."

Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ev rewş ji Rûdawê re nirxand.

Wî amaje bi daxuyaniya Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê da û got:

"Di wê daxuyaniyê de jî îşaret bi parlamentoyê dihat kirin. Hatibû xwestin ku hemû saziyên parlamentoyê li ser zemîna muzakereyan bicivin û beşdarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bibin."

Temellî diyar kir ku ew avakirina komîsyonekê li parlamentoyê erenî dibînin.

Sezaî Temellî ser mijara ku “hevdîtinên bi Îmraliyê re” ragihand ku niha ti bernameya hevdîtinan a diyarkirî tune.

“Hêviyên me ji her kesî hene ku peywirên xwe bi cih bînin”

Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî pirsên Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez bersivandin:

Rûdaw: Partiyê li ser kongreya PKKyê daxuyaniyek da. Hûn dibêjin "Ji vir û pê ve berpirsyariyeke dîrokî dikeve ser milê her kesî." Her wiha tê gotin ku "Divê erkên birêvebirinê jî berpirsiyariyên xwe bi cih bînin." Ji vir û pê ve wekî DEM Partiyê hêviyên we yên darîçav ji vê pêvajoyê çi ne?

Sezaî Temellî: Di rastiyê de di daxuyaniya 27ê Sibatê de jî rêyek dihat nîşandan. Amaje bi parlamentoyê dikir. Dihat xwestin ku hemû saziyên di parlamentoyê de li ser zemîneke hevpar, zemîneke muzakereyê bicivin û beşdarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bibin.

Heyeta me jî bi rastî hemû partiyên siyasî ziyaret kirin. Hem bipêşketinên berî bangê hem jî yên piştî bangê parve kirin.

Di qonaxa ku îro em gihiştinê de helbet em dê wekî DEM Partiyê têkoşîna demokrasiyê ya ku me heta niha dimeşand, hewldanên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di zemîna demokratîk de bidomînin.

Di daxuyaniya Lijneya Birêvebiriyê ya Navendî de em bangî hemû partiyên siyasî jî dikin. Her wiha em bangî birêvebirinê jî dikin. Em bangî hemû civakê dikin çimkî tiştên ku her kes dikare bike, gavên ku her kes dikare biavêje hene. Niha êdî bi vê berpirsiyariya dîrokî, hêviyên me ji her kesî hene ku peywirên xwe bi cih bînin.

“Zemîneke xebatê ya li parlamentoyê pir girîng e”

Rûdaw: Hûn li bendê ne ku di parlamentoyê de komîsyonek li ser pêvajoyê were avakirin? Di pêvajoya çareseriyê ya yekem de komîsyonek hatibû avakirin lê partiya mixalefetê piştgirî nedabû, nûnerên xwe neşandibûn. Hûn dê gaveke wisa biavêjin?

Sezaî Temellî: Erê, divê komîsyoneke çawa be? Gelo divê wekî ya di pêvajoya çareseriyê ya yekem de be an jî divê bi şêweyekî cuda be? Ev hemû ji bo îro vekirî ne ji bo şêwirmendî û diyalogê.

Bê guman zemîneke xebatê ya li parlamentoyê pir girîng e. Gelo dê ev bi rêya komîsyonekê be yan jî bi rêbazeke din? Helbet em dê di şêwirmendiyên xwe yên bi hemû partiyan re vê mijarê gotûbêj bikin. Berê jî ji Partiya Gel a Komarî (CHP) bangek li ser komîsyonê hatibû.

“Em jî li benda gavên pêwîst in”

Di pêvajoya çareseriyê ya yekem de, di rastiyê de hikûmeteke AK Partiyê hebû ku ev xebata komîsyonê pêk anîbû. Gelo dê komîsyon hebe? Dê çi cure komîsyon be? Di paşerojê de dê parlamento çawa xebatên xwe di vê mijarê de bidomîne?

Ev mijarek e ku ji bo şêwirmendî û diyalogê vekirî ye lê ji xeynî vê berpirsiyariyên birêvebirinê, yanî ji bilî xebata parlamentoyê gavên ku divê birêvebirin biavêje jî hene. Di vê mijarê de, wekî tevahiya civakê, em jî li benda gavên pêwîst in.

"Bernameyeke diyarkirî nîne"

Rûdaw: Baş e, ji vir û pê ve dê pêvajo çawa biherike? Gelo dê heyeta Îmraliyê careke din bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne? Li ser vê mijarê salnameyek heye?

Sezaî Temellî: Niha ji bo hevdîtinê salnemeyek (bernameyek) nîne. Bernameyeke diyarkirî nîne lê bê guman em dixwazin hem heyeta me ya Îmraliyê hevdîtinan bike û ji vê jî bi wir de jî em dixwazin her kesê ku dikare ji vê pêvajoyê re bibe alîkar karibe hevdîtinan pêk bîne. Ji ber vê jî afirandina derfetên ji bo vê jî yek ji berpirsiyariyên birêvebirinê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst