Ayşegul Dogan: Deriyê çareseriyê heta dawiyê vebû

12-05-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Ayşegul Dogan YPG/PKK Kongre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li ser biryarên kongreya PKKyê got, “Qonaxek bi dawî dibe û demeke nû dest pê dike û deriyê çareseriya pirsgirêka Kurdan heta dawiyê vebûye”

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12an eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li navenda giştî ya partiya xwe li ser biryara xwefesixkirinê ya PKKyê daxuyanî da.

Ayşegul Doganê diyar kir ku wan di civîna xwe ya MYKyê de pêvajoya nû û biryarên PKKyê nirxand.

Biryareke dîrokî ye”

Doganê amaje bi wê yekê kir ku neçarserkirina pirsgirêka Kurdan bûye sedema birînên civakî û got:

“Ji bo çareseriya pirsgirêkê rûpeleke nû hatiye vekirin. PKKyê biryarên kongreya xwe eşkera kir û biryara fesixkirinê ragihand.

Rêveberên PKKyê jixwe gotibûn ku eger mercên banga 27ê Sibatê bên bicihkirin dê bi bangê bikin.

Ev biryar, biryareke dîrokî ye. Ev ne tenê biryareke fesixkirinê ye.

Banga guherîn û veguherîna demokratîk a li her kesî ye û pêvajoya avakirinê ya nû ye.

Qonaxek bi dawî dibe û demeke nû dest pê dike.

Em ne tenê şahidiya dîrokeke nû dikin, her wiha em dixwazin dîrokeke nû jî binivîsin.

Em di ferqa berpirsyartiya xwe ya di vê pêvajoya guherîn û veguherînê de ne.”

“Deriyê çareseriyê heta dawiyê vebû”

Ayşegul Doganê da zanîn ku ew hem ji bo berpirsyartiya xwe amade ne hem jî di wê ferqê de ne ku divê em hesas nêzîk bibin û wiha domand:

“Biryarên ku îro hatine ragihandin, bila ji bo dayikan, zarokan, ciwanan û nifşên nû bi xêr be. Em dê wê baweriyê de ne ku dê bixêr be.

Bifikirin ku deriyê çareseriya pirsgirêka Kurdan ku bi sala ye dilê me diêşîne heta dawiyê vebûye.”

Bi gotina Ayşegul Doganê ji ber ku PKKyê ragihand ku ji îro ve çek danîne, êdî tişta her carê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan wekî hincet di danîn ser maseyê ji holê rabû.

“Divê em vê firsenda mezin ji dest nedin”

 Dogan biryara çekdanînê wekî firsendeke mezin bi nav kir û got:

“Divê em vê firsenda mezin ji dest nedin. Divê em nebêjin xwezî û divê em bibêjin baş bû ku me kir.

Divê em bibêjin baş bû ku me bi hev re sedsala gelan ava kir. Ev yek, berpirsyartiyeke giran û pir pîroz e li ser milên me tevan.”

Divê em hêzên bikin yek”

Berdevka DEM Partiyê bal kişand li ser rola Ocalan a di vê pêvajoyê de û got:

“Ev encama îro derketî holê, encama keda bi dehan salan a birêz Ocalan e ku bêyî bêzar bibe, tevî komployan, hewldanên sûîqestê, sabotajan, provakasyonan û tevî tecrîda giran jî bi israr domand.

Daxuyaniyên destpêkê yên aliyê îktîdarê bi qasî me şopandine erênî ne. Lê em dê rojên pêş jî bi hev re bişopînin.

 Ev gava piştî 53 salan hatiye avêtin, qêrîna hesreta çareseriya aştiyane ya gelê Kurd û daxwaza hemwelatiya wekhev e.

Divê bi vî awayî were nirxandin. Wekî DEM Partiyê em biryara îro, li ser bingeha aştî, demokrasî û azadiyê wekî derfeteke nû dibînin.

Ji bo mayindekirina vê derfeta dîrokî, hewce dike ku em hêzên xwe bikin yek. Êdî peywira me jî diyar e.” 

“Hêviya me ew e ku Meclis berpirsyartiya xwe bi cih bîne”

Doganê ji bo cihê çareserkirina pirgirêkan parlamentoya Tirkiyeyê nîşan da û wiha pê de çû:

“Bê guman yek ji navnîşanên vê ya herî girîng jî Meclis e. Ji ber ku Meclis, îro bi kirina xebata xwe ya herî bixêr a sedsalî re rû bi rû ye.

Hêviya me ew e ku Meclis vê berpirsyartiya xwe bi awayekî baş bi cih bîne.

Bi rexne, pêşniyar û alîkariya xwe em dikarin tê de xwedî rol bin. Ji ber ku em dixwazin bi hev re komara demokratîk ava bikin.”

 Li gorî gotina Ayşegul Doganê ev pêvajo ne tawîz e ne jî teslimiyet e, ne têkbirin e ne jî têkçûn e lê ev pêvajo, pêvajoya aştî û avakirina civaka demokratîk e. 

“Pêwîstiya me bi lezê heye”

 Doganê xwest ku gavên pêwîst zû bên avêtin û got:

“Hewcehî bi tirsê nîne lê pêdiviya me bi lezê heye. Ji ber ku pêvajoyên wiha di heman demê de şikestinan jî di xwe de dihewînin.

Ji bo ku wiha nebe jî divê em bi lez û bez bi hiqûqê xurt bikin. Divê em vê pêvajoyê biparêzin.”

“Divê Ocalan tevlî pêvajoyê bibe”

Doganê herî dawî got:

 “Birêz Ocalan niha di mercên tecrîdê de ye. Pêwendiyên yekser ên pê re tune ne.

Me gelek caran got ku divê ev merc bên guherîn. Divê mercên xebateke azad bên avakirin û bi awayekî çalak di pêvajoyê de cih bigire.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst