Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku divê hemû partiyên siyasî karibin biçin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û ji bo wê jî divê sererastkirin bên kirin.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê îro li parlamentoya Tirkiyeyê li ser mijarên di rojevê de daxuyaniyek da.
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê amaje bi pêvajoya hatiye destpêkirin kir û careke din anî ziman ku divê parlamentoya Tirkiyeyê rol werbigire û bilez komîsyonekê ava bike.
Wê her wiha bal kişand ser wê yekê ku kes û partiyên bixwazin biçin Îmraliyê divê karibin biçin û ji bo vê yekê bangî Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê kir.
“Girîng e hemû partî biçin Îmraliyê”
Koçyîgîyê got, “Piştî biryara PKKyê ya bidawîkirina şerê çekdarî û xwefesixkirinê girîng e ku hemû partiyên siyasî biçin Girava Îmraliyê û bi Birêz Ocalan hevdîtinê bikin.
Birêz Ocalan jî dixwaze bi jinan, nivîskar, rewşenbîr û partiyên siyasî yên cûda re hevdîtinê bike.
Ew dixwaze pêvajoyê bê navbeynkar nîqaş bike. Ji bo çûna giravê li pêşiya partiyên siyasî ti asteng nîne.
Divê Wezareta Dadê rêya vê yekê veke.”
Koçyigit di axaftina xwe de diyar kir ku avakirina komîsyonê beriya bêhnvedanê girîng e û careke din bangî Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê kir ku bikeve nav liv û tevgerê.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê doh ragihandibû ku ew ji bo çûna Girava Îmraliyê amadekariyan dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse