Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku divê komîsyona parlamentoyê li nêrîn û ramanên Abdullah Ocalan guhdarî bike.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê û Endama Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê li Parlamentoyê li ser bipêşketinên dawî daxuyanî da.
Koçyîgîtê bal kişand ser xebatên Komîsyonê û da zanîn ku di civîna doh de hatiye gotin ku guhdarîkirina li kesên di pêvajoya şer de zirar dîtine girîng e.
“Komisyon dê li Dayîkên Şemiyê guhdarî bike”
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê got, "Em dixwazin diyar bikin ku ji bo pêvajoyê gelekî biqîmet e ku ew kesên di pêvajoyên şer de mexdûr bûne û xizmên xwe ji dest dane, tevkariyê li pêvajoyê bikin, aqilê çareseriyê bixin dewrê, helwesteke alîgirê çareseriyê nîşan bidin û bi rastî jî li ser vê yekê tiştekî bibêjin.
Îro di civîna komîsyonê de dê li saziyên wekî Dayîkên Aştiyê, Dayîkên Şemiyê, Komeleya Mafên Mirovan û Weqfa Tahir Elçî were guhdarîkirin."
Koçyîgîtê bal kişand ser têkoşîna Dayikên Aştiyê û got:
"Divê were gotin ku têkoşîna wan a aştiyê dê ronahiyê bide xebatên komîsyonê û tevkariyê li xebatên komîsyonê bike.
Helbet dê li Komeleya Mafên Mirovan jî were guhdarîkirin.
Em behsa komeleyeke ku salên 90î, kuştinên kiryar nediyar û binpêkirinên mafan ên ku hemû beşên civakê jiyane tomar kiriye, raporên wan weşandiye û şopdarê wan bûye dikin.
Em behsa komeleyeke ku dem dem mexdûr bûye û hatiye hedefgirtin dikin.
Di vî warî de, em dixwazin destnîşan bikin ku her gotina ku ÎHDyê dê di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurdan de bibêje û her pêşniyara ku ji bo çareseriyê bike, biqîmet e.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha pê de çû:
“Hinekan hevjînên xwe, hinekan birayên xwe, hinekan jî dê û bavên xwe ji dest da.
Lê ew bêzar nebûn. Ew hatin desteserkirin, doz li wan hatin vekirin.
Lê tevî vê yekê jî ji bo dîtina windayên xwe û gihiştina wan, wan têkoşîna xwe ya edaletê li vî welatî bênavber domand.
Di vî warî de, ez careke din Dayika Berfo ya ku mixabin beriya bigihîje hestiyên kurê xwe jiyana xwe ji dest da û Emîne Ocaka ku bi têkoşîna xwe bûye sembola Dayikên Şemiyê, bi rêz, minet û hezkirin bi bîr tînim.
Têkoşîna wan têkoşîneke dîrokî bû û ez dixwazim bibêjim ku bersiva herî baş a ku em îro dikarin bidin bîranîna wan, avakirin, sazkirin û mayîndekirina aştiya civakî ye.”
"Divê nêrîn û pêşniyarên Ocalan bên wergirtin"
Koçyîgîtê helwesta hinek derdoran a li hemberî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rexne kir û ew wiha axivî:
"Hewl tê dayîn ku atmosfereke wisa were afirandin ku qey banga Birêz Ocalan a 27ê Sibatê tune ye, qey ev bang di nava rêxistinê de nehatiye bersivandin, qey rêxistinê di navbera 5-7ê Gulanê de li hemberî vê bangê biryar nedaye û qey di 11ê Tîrmehê de merasîma îmhakirina çekan nehatiye lidarxistin û bi nixumandina vê heqîqetê hewl didin hinek nîqaşan bimeşînin.
Lê belê ev hemû ji bo pirsgirêka Kurd a 100 salî ya ku 45 salên wê bi şer derbas bûne, bendên dîrokî yên pir mezin bûn.
Em wekî gelên Tirkiyeyê me hemûyan bi hev re dît ku Birêz Ocalan di derbaskirina van hemû bendên dîrokî de roleke pir girîng lîstiye, gotina wî bibiryar e û rêxistinê li gorî gotina wî tevgeriyaye."
Gulistan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku Abdullah Ocalan di her hevdîtinê de Parlamentoyê nîşan daye û tekez kir:
"Her wiha divê em destnîşan bikin ku Birêz Ocalan îşaret bi zemîna siyasî û hiqûqî jî kiriye.
Belê, divê siyaset berpirsyariyê bigire ser xwe û gavên ku dê pêdiviyên hiqûqî yên pêvajoyê bi cih bîne bi lez biavêje.
Ji ber vê yekê, çawa ku li vir li beşên civakî tê guhdarîkirin, çawa ku li hemû beşên mexdûr ên di pêvajoyê de tê guhdarîkirin, divê nêrîn û ramanên Birêz Ocalan ê ku di vê pêvajoyê de bibiryar e û biryaran digire jî bên guhdarîkirin.
Di vî warî de em dixwazin tekez bikin ku serlêdana li nêrînên wî û danîna diyalogê jî girîng e."
"Civakeke demokratîk tenê bi demokratîkbûna yasayan pêkan e"
Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku divê yaseyên entegrasyona demokratîk bi lez bikevin rojevê û got:
"Aştiya civakî tenê bi avakirina binesaziyeke hiqûqî û siyasî ya rastîn pêkan e. Civakeke demokratîk tenê bi demokratîkbûna yasayan pêkan e.
Bi rakirina astengiyên yasayî yên li pêşiya azadiya rêxistinbûna civakê û civaka demokratîk pêkan e.
Em di wê baweriyê de ne ku divê ev yaseyên entegrasyona demokratîk û yaseyên ku dê demokrasiyê pêş bixin jî bi lez bên nîqaşkirin û bikevin rojevê.
Em behsa pêvajoyeke nû, behsa çareseriyê dikin.
Em behsa çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dikin lê dema em li pratîkên desthilata siyasî dinêrin, em dibînin ku tabloyek bi temamî berevajî heye.
Em dixwazin behsa operasyonên li dijî rêveberiyên herêmî yên Partiya Gel a Komarî (CHP) bikin ku di 19ê Adarê de dest pê kirin û bê navber berdewam dikin.
Girtina Şaredarê Beyogluyê operasyoneke ji bo rêzkirina mixalefeta civakî ye."
"Gel dibîne ku kî alîgirê aştiyê û kî alîgirê şer û hêsiran e"
Gulistan Kiliç Koçyîgîtêbal kişand ser hewldanên manîpulasyonê yên li ser gotinên DEM Partiyê û wiha dawî li axaftina xwe anî:
"Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Enqereyê Yuksel Arslan Tweetek parve kiribû.
Rêze Tweet û di komîsyonê de jî li ser gotinên DEM Partiyê bi temamî derew, dezenformasyon û manîpulasyon kiribû.
Dema ku ev pêvajo dest pê kir me baş dizanîbû ku dê hemû ev manîpulasyon, hêzên dijberî çareseriyê ji van re bibin zemîn, dê van provokasyonan bikin, operasyonên têgihîştinê bikin û nûçeyên derew û şaş çêbikin.
Lê em nafikirin ku ev yek ji aliyê parlamenterê partiyeke ku qebûl nekiriye bikeve komîsyonê, li derveyî komîsyonê maye û piştî ku li derveyî komîsyonê maye jî tenê ji ber ku ji pêvajoyê dûr ketiye, bi berdewamî hewl dide çamûrê biavêje pêvajoyê, tesaduf be.
Bila em pir vekirî û zelal bibêjin; gel kesên ku ji şer, xwîn, hêsir û tundiyê sûdê werdigirin pir baş dibîne.
Gel dibîne ku kî çareseriyê dixwaze, kî aştiyê dixwaze, kî wekheviyê dixwaze, kî alîgirê jiyana hevbeş a gelê Kurd û Tirk e, kî alîgirê paşeroja wan a hevbeş e û kî alîgirê wê yekê ye ku di welatekî hevbeş de bibin welatiyên wekhev û azad.
Her wiha gel dibîne ku kî li ser xwîna Kurdan, li ser xwîna gelê Tirk, li ser xwîna xizanan, li ser xwîna gelên Tirkiyeyê siyasetê dike û kî ji bêçareseriyê sûdê werdigire û bi wê bêçareseriyê hewl dide were li van kursiyan rûne.
Ji ber vê yekê, em van cure provokasyonan ji wijdana gelê xwe re dihêlin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse