Komîsyon cara sêyem civiya: Kurtulmuş banga ‘tifaqeke berfireh’ kir

12-08-2025
RÛDAW
Nîşan Numan Kurtulmuş Komîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand, “Daxwaza me ya herî mezin ew e, gavên ku hatine avêtin bi hevkarî û tifaqeke herî berfireh werin avêtin.”

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku ji bo pêvajoya çareseriyê li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin îro bi serokatiya Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş cara sêyemîn civiya.

Kurtulmuş destpêka civînê axivî û spasiya parlamenterên endam kir ku du civînên berê yên komîsyonê li gorî armanca wê, bi awayekî disîplîn û rêkûpêk hatiye birêvebirin.

Kurtulmuş destnîşan kir ku di komîsyonê de her kes nêrînên xwe bi awayekî vekirî tîne ziman û got:

“Her kesî, tevî ku ji aliyên pir cuda dinêrî jî, karî sûdê bigihîne.

Hevdîtin li gorî rihê komîsyonê bi rê ve çûn.”

Di civîna duyemîn a komîsyonê de Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin amade bûn û ew civîn ji çapemeniyê re girtî hatibû kirin.

Kurtulmuş diyar kir ku sedema girtina civînê ji aliyê endaman ve baştir hatiye fêmkirin.

“Daxwaza me tifaqeke berfireh e”

Numan Kurtulmuş da zanîn ku yek ji erkên herî girîng ên komîsyonê ew e ku pêvajoya ku bi biryara çekdanîna PKKyê dest pê kiriye, li ser navê milet bişopîne û di warê demokratîkbûnê de gavên pêwîst biavêje.

Kurtulmuş her wiha anî ziman:

“Mijara herî girîng a vê komîsyonê, şopandina wan gavan e ku dê di pêvajoya piştî danîna çekan de li ser navê milet werin avêtin, pêkanîna sererastkirinên pêwîst û di vê çarçoveyê de, gotûbêjkirina gavên demokratîkbûnê ne.

Bê guman erkên herî girîng ên komîsyona me ev in. Komîsyona me di vê çarçoveyê de ji dil xwedî li xebatên xwe derdikeve.

Komîsyon li ser navê îradeya milet kar dike, li ser rojeva xwe serwer e û bi biryarên ku dide, li ser rêya xwe berdewam dike.

Di vê çarçoveyê de biryarên di du civînên destpêkê de hatine wergirtin bi yekdengî bûne û ev jî girîng e.

Daxwaza me ya herî mezin ew e ku ev gavên di qonaxeke wiha dîrokî de tên avêtin, ji niha û pê ve jî bi awayekî hevbeş û bi tifaqeke herî berfireh a mimkun derkevin holê.”

Armanca Komîsyonê

Kurtulmuş bi bîr xist ku komîsyona ji 51 endaman pêk tê, “bi armanca derxistina terorê bi temamî ji rojeva Tirkiyeyê”, xurtkirina hevgirtina civakî, bihêzkirina yekitî û biratiya neteweyî û avêtina gavên di warên azadî, demokrasî û dewleta hiqûqê de hatiye avakirin.

Di civînê de Parlamenterê Denîzliyê yê AK Partiyê Cahît Ozkan, Parlamenterê Enqereyê CHPê Umut Akdogan û Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Celal Firat ên ku li şûna 3 endamên ÎYÎ Partiyê hatibûn destnîşankirin, dest bi karê xwe kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin