Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş tekez kir ku di pêvajoya aştiyê de ti bazariyek nabe û diyar kir ku ew dê nebin alîgirê ti bazarê.
Kurtulmuş, dema ku biryardariya Parlamentoyl ya di vî warî de anî ziman, li hemberî îhtimala jehrîkirina pêvajoyê jî hişyarî da.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê di bin serokatiya Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş de cara çaran civiya.
Di civîna ku li Eywana Merasîmê ya parlamentoyê hat lidarxistin de, li Wezîra Karên Malbat û Xizmetên Civakî Mahinur Ozdemir Goktaş û nûnerên komele û weqfên ku nûnertiya malbatên leşkerên ku di şerê bi PKKyê re de hatine kuştin an jî birîndarkirin hat guhdarîkirin.
“Parlamento dê nebe beşeke bazarê”
Kurtulmuş di axaftina xwe ya vekirinê de bi awayekî kategorîk diyar kir ku ji destpêka pêvajoyê ve ti bazirganî û têkiliyeke "dan û standinê" nebûye û dê nebe jî.
Kurtulmuş bi gotina, "Parlamentoya Tirkiyeyê bêyî ku bibe beşek ji ti bazarê û bêyî ku bibe mijara ti bazarê, ji bo ku ev pêvajo demildest bi dawî bibe û biratiya me ya ezelî û ebedî li vî welatî ji nû ve were avakriin, dê berpirsyariya ku dikeve ser milê wê bi cih bîne" helwesta zelal a parlamentoyê ya di vî warî de nîşan da.
Teqezî li ser lihevkirina civakî û beşdariya berfireh
Kurtulmuş destnîşan kir ku yek ji erkên herî girîng ên pêvajoyê zêdekirina lihevkirina civakî û bipêşxistina hestiyariya civakî ye.
Wî diyar kir ku komîsyon ji bilî partiyekê bi beşdariya hemû partiyên siyasî hatiye avakirin û heta niha hemû biryarên xwe bi yekdengî dane.
Hişyariya têkdana pêvajoyê
Serokê Parlamentoyê bal kişand ser xalên ku divê di pêvajoyê de li ber çavan bên girtin û ev hişyarî da:
"Tê zanîn ku dê li hundir û derve kesên ku ji bo têkçûna vê pêvajoyê hewl didin û yên ku hewl didin vê pêvajoyê bi jehr bikin hebin.
Ji ber vê yekê, pêwîst e em refên xwe xurt bikin û di vî warî de bêyî kêmasî û valahiyan rêya xwe bi serkeftî bidomînin."
Armanca bidawîkirina pêvajoyê bi awayekî saxlem
Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş diyar kir ku komîsyon dê hewl bide guh bide hemû saziyên ku dikarin beşdarî vê pêvajoyê bibin û got:
"Di dawiyê de em dê bi hev re nîşanî raya giştî ya Tirkiyeyê bidin ka pêvajo dê çawa bi awayekî saxlem bi dawî bibe û ez hêvî dikim ku em dê vî mîsyona xwe ya dîrokî bi awayekî herî serkeftî bi cih bînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse