Tanrikulu: Dixwazin Kurdan ji rojavayê Feratê derxin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sezgîn Tanrikulu Heleb Şêx Meqsûd Eşrefiye Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu ragihand ku êrişên li taxên Kurdan ên Helebê, ji bo ku Kurd û hêzên Kurdan bi temamî ji rojavayê Feratê werin derxistin hewldanek e.

Parlamenterê Kurd ê CHPyê Sezgîn Tanrikulu, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê derbarê êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê peyamek belav kir.

Tanrikulu diyar kir ku ev pêngav li gorî planeke nû tê meşandin û got:

"Wiha diyar e ku li gorî nexşeyeke nû ya ku hikûmet jî beşek ji wê ye, armanc ew e Kurd li rojhilatê Feratê bên bicihkirin û di Sûriyeya nû de pêkhateyeke bi vî rengî were avakirin.  Ev ne rast e û ne jî guncav e."

Sezgîn Tanrikulu bal kişand ser girîngiya Helebê û pêkhatya wê ya demografîk û wiha pê de çû:

"Heleb yek ji bajarên herî girîng ên Sûriyeyê ye. Kurd li vî bajarî xwedî rêjeyeke berçav a niştecihan in.

Sedsalek e ku li Helebê Kurd, Ereb, Suryanî, Xirîstiyan, Tirkmen û pêkhateyên din bi hev re dijîn.

Heleb bajarekî pirpêkhate ye û divê ev pêkhateya wê neyê guherîn.

Li Helebê em behsa nêzîkî 200 hezar Kurdan dikin. Ji bilî wê jî hejmareke zêde ya Suryaniyan di taxekê de kom bûne.

Êzidî hene ku tê gotin hejmara wan nêzîkî hezar û 200 malbatan e.

Lewma hewldana ji bo dayîna nasnameyeke din a ji bo Helebê, qet ne rast e."

“HSDyê hêzên xwe yên bi çekên giran vekişandin"

Parlamenterê Amedê bi bîr anî ku li gorî peymanên berê hêzên bi çekên giran li wan taxan nemane û got:

"Piştî peyman an jî protokola 10ê Adarê, 1ê Nîsanê protokoleke din derbarê Helebê de hat îmzekirin.

Li gorî vê protokolê, HSDyê hêzên xwe yên bi çekên giran ji Helebê vekişandin û tenê di du-sê taxan de hêzên xwecihî ji bo parastina ewlehiyê hiştin.

Ew hêzên ewlehiyê yên xwecihî ne ku li wan taxan dijîn û ji Kurdên Helebê pêk tên."

Tanrikulu di dawiya peyama xwe de destnîşan kir ku birêvebiriya nû ya Sûriyeyê dixwaze Helebê bike bajarekî ku tenê ji Ereban pêk tê û got:

"Tişta li Helebê diqewime, hewldanek e ji bo derxistina Kurdan û hêzên Kurdî bi temamî ji rojavayê Feratê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst