Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qeyrana aborî barê welatiyan girantir dike; sînorê hejariyê di meha yekem a sala 2026an de dîwarekî 100 hezar lîreyî derbas kir.
Navenda Lêkolînan a Sendîkaya Metal-Îşê (BÎSAM) ragihand ku Kanûna Paşîn a 2026an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê derketiye 31 hezar û 296 lîreyan û sînorê hejariyê jî bûye 102 hezar û 812 lîreyan.
Li gorî daneyên herî dawî yên BÎSAMê, meaşê herî kêm ku bi hezaran kes pê debara xwe dikin, êdî têra dabînkirina xwarina mehane ya malbatekê jî nake.
Amarên BÎSAMê yên Kanûna Paşîn a 2026an tabloya dijwar a aboriya Tirkiyeyê raxistin ber çavan.
BÎSAMê encamên Lêkolîna Sînorê Birçîbûn û Hejariyê yên Kanûna Paşîn a 2026an eşkere kirin.
Li gorî BÎSAMê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo ku malbateke 4 kesan karibe debara jiyana xwe bike sînorê birçîbûnê bûye 31 hezar û 296 lîre, sînorê hejariyê jî gihîştiye 102 hezar û 812 lîreyan.
Ev di demekê de ye ku li Tirkiyeyê meaşê herî kêm 28 hezar û 75 lîre ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse