Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku hilbijartina serokomariya Tirkiyê bidawî bû, û serokwezîr û namzedê partiya AKPê Receb Tayib Erdogan bi serket, êdî nîqaş li ser rewşa Abdula Gul serkomarê Tirkiyê ku wê di 28 tebaxê de koşka Çanakayayê bi cih bihêle, ket rojeva Tirkiyê.
Abdula Gul roja 11 tebaxê ji çapemeniyê re diyar kir ku, ji ber ku partiya AKPê ew gihand hemû postên wî wergirtine, û serkomariyê, û ew yek ji damezrênerên wê ye, wê careke din vegere nav partiya xwe û karê xwe yê siyasî berdewam bike.
Receb Tayib Erdogan jî duh, 12 tebaxê, li ser pirsa rojnamevanan, gotina Abdula Gul tekez kir û got, a herî normal ewe ku Abdula Gul vegere partiya xwe.
Erdogan anî ziman ku, partiya AKPê wê di 27 tebaxê de, kongira xwe ya awarte lidar bixe, û wê serokekî partiyê dest nîşan bikin, ji ber ku siyaset valayî yê nas nake, divê ew post bê dagirtin, û ew serokê ku bê diyar kirin wê di heman demê de bibe serokwezîrê kabîneya nû ya hikûmeta Tirkiyê.
Wek tê zanîn li gor destûr û yasayên Tirkiyê nabe serokomar endamê ti partiyeke siyasî be, û ew jî tê wateya ku Erdogan neçare ku destê xwe ji serokatiya partiya AKPê bikşîne, û partiya wî serokek û serokwezîrek li dewsa wî dest nîşan bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse