Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera sendîkayên karmendên hikûmî û desthilatê de hevdîtinên diyarkirina mûçeyan ên ku roja 1ê Tebaxê dest pê kiribûn, didomin.
Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Hikûmî (KESK) ragihand ku ew dê rojekê dest ji kar berdin.
Hevdîtinên ku ji bo girêbesta bikom a mûçeyên salên 2024-2025 têne kirin dê heta dawiya vê mehê bidomin.
Aliyê hikûmetê vê hefteyê pêşniyarên rêjeya zêdekirina mûçeyê pêşkêşî sendîkayên karmendan dike.
Eger di hevdîtinên sendîkayên karmendan û hikûmetê de lihevkirinek çênebe dê Lijneya Navbeynkariya Karmendên Hikûmî 31ê Tebaxa 2023yan biryara dawî bide û mûçeyên karmendan diyar bike.
Li aliyê din KESKa ku li Tirkiyeyê sendîkaya herî mezin a karmendan e dibêje, ew dê 16ê Tebaxê rojekê dest ji kar berdin û endamên wan naçin ser kar.
KESKê daxwazên xwe bi vî awayî rêz kirine:
- 8 hezar û 138 lîreyên ku li ser her mûçeyekî tê dayîn bila li ser mûçeyê bingehîn bê qebûlkirin û ji bo malnişînan jî bê cîbicîkirin. Bila zêdekirina mûçeyên 2024an li ser vê bingehê bê kirin.
- Alîkariya hevjîniyê mehane bibe 3 hezar û 310 lîre, bila ji bo her zarokekî re jî 2 hezar û 200 lîre bê dayîn.
- Alîkariya kirê li bajarên mezin bibe 7 hezar û 500 lîre û li bajarên din 5 hezar lîre bê dayîn.
- Mûçeyê herî kêm ê fermanberên hikûmî meha Kanûna Paşîn a 2024an li bajarê mezin bibe 47 hezar û 500 lîre û li bajarên din bibe 45 hezar lîre. Ev mûçe li gor sînorê hejariyê divê 3 mehan carekê bê nûkirin.
- Bila bac bi dadmendî bên wergirtin, bacên zêde bên kêmkirin û baca serwetê bê wergirtin.
- Mehane 3 hezar û 325 lîre alîkariya xwarinê bê dayîn.
- Salê du caran ji bo hemû karmendên hikûmî bi qasî mûçeyê kêmane diyarî bê dayîn.
- Heta dibistanên dayikê yên hikûmî bêne vekirin ji bo her zarokekî 0-6 salî, 5 hezar lîre alîkariya dibistana dayikê bê dayîn.
- Soza hilbijartinê ya rêjeya 3 hezar û 600 a pêvek bê cîbicîkirin. Ji bo hemû karmendên ku gihîştine pileya yekem, mafê rêjeya 3600 bê cîbicîkirin.
- Hemû pereyên zêde ku ji bo karmendên li ser kar tên dayîn bila ji bo malnişînan jî bên dayîn.
- Divê hemû zêdekirin li gor sînorê hejariyê bên kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse