Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sîlîfke ya ser bi bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê, ji ber agirê daristanan 3 tax hatin valakirin û hewlên vemirandina agir didomin.
Li taxa Çamlicayê ya navçeya Sîlîfke ya Mêrsînê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket.
Agir di demek kurt de ji ber baya bihêz li daristanê belav bû.
Li ser agahdarkirinê, tîmên Birêvebiriya Daristanan û agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û bi 5 helîkopterên agirvemirandinê û gelek wesayitan dest bi xebatên vemirandina agir kir.
Ji ber metirsiya agir li taxên Kirtil, Balandiz û Îmamuşagiyê yên navçeyê jî wekî tedbîr hatin valakirin.
Tîm ji bo vemirandina agir ji asman û bejayê ve xebatên xwe didomînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse