Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, îro Sêşemê 14ê Adara 2023an ligel Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu serdana bajarê Hatayê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku alîkariyên tên komkirin bo erdhejê nayên xerckirin.
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, îro Sêşemê 14ê Adara 2023an ligel Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu serdana bajarê Hatayê kir, ku ji ber erdhejê zerareke zêde dîtibû.
Kiliçdaroglu di civîna medyayê de got: “Hewqas pere bo erdhejê hatin komkirin. Bi ku derê de diçin ev pere, bo erdhejê nayên xerckirin. Em di rojên zehmet re derbas dibin. Hinek êş di dilê mirovan de dimînin. Êşa erdhejê ji hemû cîhanê ve hat bihîstin.”
Kiliçdaroglu nerazîbûn nîşanî hikûmetê da û got, dema bê ser desthilatê dê bê cudakarî 85 milyon welatiyan hembêz bike.
Kiliçdaroglu dibêje: “Di rêveberiya dewletê de rêkar ev e: Tu dê demildest plan bikî, ku dê di dema kurt, navîn û dirêj de çi bikî? Wendahiyek mezin a mirovî heye, gelo agahiya wan heye? Endazyar, mîmar, pizîşk, hosta, pîşesaz û karkerên bi şiyan bajar bi cî hiştine. Divê ev mirov paş de vegerin. Çareserî asan e, min 50 caran got. Rewşeke awarte heye, divê ji kesên li herêma erdhejê bixebitin, bac û pereyê bîmê neyê wergirtin. Di demên awarte de divê dewlet fedakariyên awarte bike. Eger dewlet neke, wate dewlet nayê birêvebirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse