Biryara berdana Ahmet Ozer hat dayîn lê nayê berdan

14-07-2025
RÛDAW
Nîşan Ahmet Ozer Doz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Esenyirtê Ahmet Ozer ji dosyaya ‘lihevkirina bajar’ tehliye bû lê ji ber ku Ozer ji dozeke din a bi îdiaya “di îhaleyê de hîle kiriye” jî girtî ye, ew dê ji girtîgehê neyê berdan.

Rûniştina duyem a doza Şaredarê Esenyurtê yê CHPyî Ahmet Ozer ku bi tohmeta “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar PKK/KCKyê” û bi daxwaza heta 15 salan cezayê girtîgehê tê darizandin, îro hat dîtin.

Rûniştina ku diviyabû li Dadgeha Cezayê Giran a 14an a Stenbolê bihata lidarxistin, ji ber ku salonê têr nekir, li salona hejmar 1 a Dadgeha Silivriyê hat kirin.

Ahmet Ozer, parêzerên wî û gelek endamên CHPyl beşdarî rûniştinê bûn.

Tevî ku di dawiya rûniştinê de dozger xwest ku girtina wî berdewam bike, dadgehê derbarê Ahmet Ozer de biryara berdanê da.

Lê belê, ji ber ku Ozer ji doza “Sûcên Daray”î jî girtî ye, ew dê li Girtîgeha Silivriyê bimîne.

Ozer di parastina xwe de diyar kir ku ew 9 meh in girtî ye, bi sûcên derew hatiye tohmetbarkirin û wî û parêzerên wî îdiayên şahid û şahidên veşartî pûç kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst