Hewlêr (Rûdaw) - 25emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê, bi hinceta ku “heqaret li fermanberê hikûmî” kiriye 2 sal û 6 meh ceza da siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş.
Selahattin Demirtaş di meha Çileya 2020ê de di dema birêveçûna dozê de ji bo Serdozgerê Komarê yê Enqerê Yuksel Kocaman, gotibû “Dê heyam biguhere, xelk heye. Dema sindoq hat danîn, dê li ser çiyayên we yên ku hûn pê bawer dikin berf bibare, hûn ê hesabê van hemûyan li pêş darazê bidin.”
Li dijî Demirtaş, ji ber van gotinan bi hinceta “heqaret li fermanberê hikûmî kiriye û wî hedef nîşan daye” doz hat vekirin û Demirtaş hat darizandin.
Demirtaş ji Girtîgeha Edirneyê bi rêya sîstema SEGBÎSê beşdarî rûniştina dozê bû û got: “Dozger derbarê min de heta 8 salan daxwaza cezayê kiriye. Ez îdiayan red dikim û îdianemeyê de ti delîleke tawanê nîne. Bi hincetên siyasî li dijî min doz tên vekirin.”
Dadgehê piştî parastina Demirtaş û parêzeran biryar da bi hinceta “heqaret li fermanberê hikûmî kiriye û wî hedef nîşan daye” 2 sal û 6 meh ceza bi ser Demirtaş de bê sepandin.
Demirtaş di çarçoveya Doza Kobaniyê de ji sala 2016an ve di Girtîgeha Edirneyê de girtî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse