Sakik: Alaya Îsraîlê li Sûriyeyê ye lê hûn Kurdan bi sîyonîzmê tohmetbar dikin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sirri Sakik Alaya Îsraîlê Sûriye Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik got, “Di nav axa Sûriyeyê de alaya Îsraîlê li ba dibe lê Kurd bi sîyonîzmê tên tohmetbarkirin.”

Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik doh di rûniştina Parlamentoya Tirkiyeyê de derbarê rûdanên dawî yên li Sûriyeyê axivî.

Sirri Sakik bersiva wan îdiayan da ku dibêjin berpirsên Rojavayê Kurdistanê piştevaniyê ji Îsraîlê werdigirin.

Sakik bal kişand ser bilindkirina alaya Îsraîlê ya li Girên Golanê yên Sûriyeyê û got, "Kurd ti caran nebûne xulamên sîyonîzmê."

“Li Golanê alaya Îsraîlê li ba dibe"

Sakik di dema axaftina xwe de wêneyekî Girên Golanê nîşanî parlamenteran da û nerazîbûna xwe li hemberî tohmetbarkirina Kurdan anî zimên:

"Parlamenterên birêz baş li vî wêneyî binêrin. Ev Girên Golanê ye, axa Sûriyeyê ye.

Li wê derê alaya Îsraîlê li ba dibe. Yên ku Kurdan bi sîyonîzmê tohmetbar dikin binêrin, di alaya sîyonîzmê li wê derê tê bilindkirin û li Parîsê li gel Îsraîlê peyman tên îmzekirin û êrişî du taxên Kurdan tên kirin, diyar e ka kî xulamên Îsraîlê ne."

"Li pişt Kurdan hêzên emperyal nînin"

Parlamenterê DEM Partiyê xwest ku bûyer ji armanca wê neyê dûrxistin û dijminatiya Kurdan neyê kirin û pê de çû:

"Kurd ti caran nebûne xulamên sîyonîzmê û nabin. Li pişt Kurdan hêzên emperyal nînin û piştevaniya gelekî mezlûm heye.

Divê ev yek wiha bê zanîn û ti kes tiliya xwe li hemberî Kurdan nehejîne."

Hikûmeta Tirkiyeyê demeke dirêj e Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser bi hevkariya bi Îsraîlê re tohmetbar dike û van îdiayan wekî hinceta operasyonên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bi kar tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst