Hewlêr (Rûdaw) - Duran Kalkan di salvegera yekemîn a pêvajoya aştiyê de gavên hikûmetê rexne kirin û diyar kir ku Devlet Bahçelî sozên xwe bi cih neaniye û di astengkirina pêvajoyê de rola “rantxwarên şer” heye.
Endamê Komîteya Birêvebir a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Duran Kalkan di salvegera yekemîn a pêvajoya aştiyê de ji Medya Haber TVyê re axivî û helwesta hikûmetê rexne kir.
“Kesên ku ji şer, zext û zilmê sûdê werdigirin hene”
Kalkan diyar kir ku li Tirkiyeyê "derdorên ku li dijî aştî û demokrasiyê ne hene" û got:
“Kesên ku ji şer, zext û zilmê sûdê werdigirin hene. Yên ku ji xwînê sûdê werdigirin, rantxwar… Ji bo van ya herî rast gotina ‘rantxwarên şer’ e.”
Kalkan bal kişand ser biryarên Abdullah Ocalan ên li ser rêxistinê û ew biryarên Ocalan ên ji bo fesihkirina avaniya rêxistinî ya PKKyê û bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî bi bîr anî.
Kalkan derbarê rewşa Ocalan de wiha anî zimên, “Di sîstema tecrîda Îmraliyê de ti guhertin nîne.
Rewşa rehînetiyê berdewam dike. Yasa bi awayekî qismî tên bicihanîn lê tenê ew qas.”
“Gelo Bahçelî sozên xwe ji bîr kirine?”
Kalkan, gotinên Bahçelî yên derbarê pêvajoyê de bi bîr xist û ev tişt gotin:
“Helwesta ku 1ê Çiriya Pêşîn pêvajo da destpêkirin ya Bahçelî bû.
22yê Çiriya Pêşîn bi axaftina xwe ya li Parlamentoyê gav avêt; hevdîtina ku 23yê Çiriya Pêşîn piştî 4 salan bi Rêber Apo re hat kirin, lez da pêvajoyê.
Lê belê di eniya dewletê de ti guhertin nîne. Wisa dixuye ku Bahçelî gotinên xwe yên wekî ‘Bila were li Parlamentoyê biaxive, bila di koma DEM Partiyê de biaxive, bila li Enqereyê siyasetê bike’ ji bîr kiriye.
Niha dibêje, ‘Bila ji Îmraliyê pêvajoyê bi rê ve bibe, bila di mercên rehînetiyê de bangî Rojava bike!’
Kesek di mercên rehînetiyê de dikare çi bike? Di sîstema tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê de çi dikare were kirin?
Gelo Devlet Bahçelî ev yek ji bîr kiriye? Salek derbas bû; ka gelo pêwîstiya gotinên wî hat bicihanîn?
Qet xema wî nîne. Wisa dixuye ku ji bîr kiriye. Gelo ew bawer dike ku tenê bi gotina ‘rêberê damezirîner’ dê me bixapîne.”
Kalkan anî ziman ku nêzîkatiyên taktîkî yên desthilatê pêvajoyê lawaz dikin û êrişên “derdorên rantxwar” gur dikin û got:
“Ew ji heqaret û bikaranîna zimanê jehrî xwe paşve nadin. Aştî û demokrasiyeke bi vî rengî nabe.”
Kalkan rewşa îro ya pêvajoyê nirxand û diyar kir ku ew pabendî biryarên Kongreya 12an a PKKyê ne.
Kalkan her wiha got, “Em dê guherîn û veguherînê pêk bînin. Em di stratejiya siyaseta demokratîk de bi israr in.
Bila rê li ber vê yekê vebe, bila zemîna pêwîst a hiqûqî û siyasî bê avakirin; em wekî tevahiya rêxistinê amade ne ku pêwîstiyan bi cih bînin.”
Kalkan, her wiha behsa serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Şerm Şêxê ya bi rojeva agirbesta li Xezeyê kir.
Kalkan îdia kir ku Tirkiye li şûna tifaqa bi Kurdan re "hêviya xwe bi Îsraîl û Amerîkayê ve girê dide" û anî ziman ku tevî vê yekê jî Enqere "ji projeyên rêyên enerjiyê yên navneteweyî hatiye dûrxistin."
Kalkan wiha pê de çû:
“Lê belê dostê rast, hêza rast li kêleka wan e, li Tirkiyeyê, li cem Kurdan e. Kurd civakeke 60 milyonî ne.
Ne tenê di nav sînorên Tirkiyeyê de ne, li navenda Rojhilata Navîn in. Hêza herî stratejîk ew in.
Niha em dê bibînin ku ew kesên ku îro destê wan girtine û dibêjin ‘Ez dê piştgiriyê jê wergirim’ sibe dê çi bînin serê wan.
Me got. Em hîn jî li ser gotina xwe ne; dê her tişt li Qibrisê diyar bibe! Wê demê em dê bibînin, bê ka dê çi were serê kê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse