Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku DEM Partî û partiyên din di pêvajoya aştiyê de bi awayekî berpirsyarane tevdigerin û got, "Em vê siyaseta avaker gelek bi qîmet dibînin.”
Erdogan her wiha da zanîn ku wan ji bo destûreke nû jî dest bi xebatan kiriye û 10 hiqûqnas ji bo amadekirina destûra nû erkdar kirine.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Enqereyê di civîna Berfireh a Serokên Rêxistinên Bajaran ên Partiya xwe de gotarek pêşkêş kir.
"Qonaxeke nû dest pê kir"
Erdogan behsa pêvajoya aştiyê kir û got, "Me bi banga dîrokî ya serokê giştî yê hêja yê MHPyê Devlet Bahçelî, di xebatên Tirkiyeya bê teror de qonaxeke krîtîk derbas kir.
Bi biryara fesixkirin û berdana çekan a rêxistinê jî qonaxeke nû dest pê kir.
Rastiyek heye, bi her qonaxa nû hem hêviyên me hem jî barê me zêde dibe. Em gelekî baş dizanin ka em li gel birêz Bahçelî çi dikin."
Recep Tayyîp Erdogan amaje bi rola DEM Partiyê û Partiyên din ên siyasî ya di pêvajoyê de da û got:
"DEM Partî û partiyên din di pêvajoya aştiyê de bi awayekî berpirsyarane tevdigerin. Em vê siyaseta avaker gelekî bi qîmet dibînin."
Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku dema armanca wan a "Tirkiyeya bê teror" pêk hat dê welatê wan di aborî, azadî û dîplomasiyê de bipêşketinên mezin bibîne û got,
"Dema em gihiştin armanca Tirkiyeya bê teror dê 86 milyon welatî qezenc bikin."
Erdogan her wiha got, "Dema dîwarê terorê hat hilweşandin dê biratiya me bihêztir bibe.
Dema guvaşa çekan ji ser siyasetê rabû dê kapasîteya çareserkirina pirsgirêkan zêdetir bibe. Em vê carê bi hêvî ne û em dê bigihin armanca xwe."
Destûra nû
Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku wan ji bo destûreke nû jî dest bi xebatan kirine û wiha pê de çû:
"Min doh 10 hevalên xwe yên hiquqnas erkdar kirin. Niha ew dê dest bi xebatan bikin.
Li gel vê xebatê em dê bi îzna Xwedê xebatên amadekirina destûra bingehîn a nû bimeşînin û em dê Tirkiyeyê ji destûra derbeyê rizgar bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse