Erdogan li Bartinê: Ev her tim dê bibin, divê em vê bizanibin

15-10-2022
RÛDAW
Nîşan Erdogan Bartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, di kana madenê ya ser bi Saziya Komirê ya Amasrayê ya ku di encama teqîna duh pêk hat de 40 karkeran canê xwe ji dest dabûn, lêkolîn kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro Şemiyê 15ê Cotmeha 2022an li navçeya Amasra ya Bartinê li ser teqîna kana madenê daxuyanî da.

Erdogan got, “Dewleta me piştî teqîna li kûrahiya 300 û 350 madenê, yekser hemû saziyên xwe seferber kir, li cihê qezayê dest bi xebatê kir. Dema xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dihatin kirin karkerên birîndar bi helîkopterên ambulans û ambulansên balafir sewqî saziyên me yên tenduristiyê hatin kirin.”

Erdogan diyar kir ku ji kêliya yekem ve bi Wezîrê Navxwe re têkilî daniye û tevahiya şevê telefon kiriye û hewl daye ku bi berdewamî gavên pêwîst bên avêtin.

“Herî dawî em gihîştin karkerê xwe yê 41emîn”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser hejmara mirî û birîndaran û rewşa dawî jî got, “Helbet ev teqîn çawa pêk hatiye, eger hebe kî berpirsyar e wê ji aliyê lêkolîna îdarî û edlî ve derkeve holê. Ji xwe ev lêpirsîn bi awayekî piralî hatibûn destpêkirin. Pêşengiya me ya niha ew bû ku em xwe bigihînin xebatkarên xwe yên jêrzemînê û herî dawî em gihîştin karkerê xwe yê 41emîn. Hejmara kesên me yên ku beriya niha wek 40 kes hatibû ragihandin, bûne 41. Rehma Xwedê li wan be.”

"Ev her tim dê bibin, divê em vê yekê bizanibin"

Her çend Saziya Komirê ya Amasrayê di nav kargehên me yên bi vî rengî de kana herî pêşkeftî ye jî, dibe ku hinek henekên xwe bikin lê ne girîng e, em mirovên ku bi qederê bawer in.

Ji ber ku em bi qederê bawer dikin, ev her tim dê bibin, divê em vê yekê bizanibin. Weke nûnerê herî bilind ê vê dewletê, xwedîderketina li merivên şehîdan erka me ye. Em ê di civîna xwe ya kabîneyê de demildest piştgiriya ku divê em wek dewlet bikin diyar bikin û wê gavê jî bavêjin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst