Hatîmogullari: Ji bo çekdanînê yasayeke taybet pêwîst e

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tulay Hatîmogullari Pêvajoya Çareseriyê DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê li ser pêvajoyê diyar kir ku niha pêwîstî bi derxistina yasayeke taybet heye da ku çekdanîn misoger bibe.

Tulay Hatîmogullariyê destnîşan kir ku nîqaşên li ser guhertina Destûra Bingehîn niha ne di rojeva wan de ne.

Hevseroka DEM Partiyê li navçeya Toroslarê ya Mêrsînê beşdarî bernameyeke piştevaniya partiya xwe bû.

Tulay Hatîmogullariyê li ser kar û xebatên "Komîsyona Yekîtiya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" axivî û diyar kir ku xebateke dîrokî hatiye kirin.

Wê da zanîn ku wan di rapora xwe de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd "reçeteyek" pêşkêş kiriye.

"Pêdivî bi yasayeke taybet heye"

Hatimogullariyê got ku ji bo bilezkirina pêvajoya çekdanînê divê yasayeke taybet bê derxistin û wiha domand:

"Em li benda derxistina yasayeke taybet in ku bilezkirina çekdanînê misoger bike.

Dibêjin 'nîqaşên destûra bingehîn, çar xalên destpêkê yên destûrê...' Wekî DEM Partiyê me berê jî helwesta xwe ya di vê mijarê de anîbû ziman."

"Destûra Bingehîn ne di rojevê de ye"

Hevseroka DEM Partiyê bal kişand ser wan aliyên ku li dijî pêvajoyê ne û got:

"Ji vir careke din bersiva wan aliyan didin ku li dijî pêvajoyê ne û ji tundiyê û şer xwe xwedî dikin.

Niha destûra bingehîn ne mijarek e ku di rojeva Tirkiyeyê de be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst