Davutoglu ji bo piştgiriyê serdana Îmamoglu kir

15-12-2022
RÛDAW
Nîşan Ekrem Îmamoglu Ahmet Davutoglu Partiya Pêşerojê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê (Gelecek) Ahmet Davutoglu biryara dadgehê ya derbarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu de rexne kir û piştgirî da Îmamoglu.

Heftemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Edliyeya Anadoluyê ya Stenbolê bi tohmeta "heqaret li endamên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind kiriye", qedexeya siyasetê da Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, her wiha 2 sal û 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê birrî.

Piştî vê biryarê, Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê (Gelecek) Ahmet Davutoglu serdana Ekrem Îmamoglu kir û piştgiriya xwe bo wî ragihand.

Ahmet Davutoglu ragihand, serokên şeş partiyên opozisyonê dê derbarê biryara dadgehê ya li ser Îmamoglu bicivin û got, “Roj îro ye. Ger parastineke demokrasiyê hebe, divê bê dudilî tevbigerin û bê dudilî bibin xwedî helwest. Ji ber vê yekê ez kêfxweş bûm ku ew bi lez hat bicihanîn. Paşê min jî bi birêz Akşener re li gotina te guhdarî kir. Ez bi wan jî kêfxweş bûm. Em bi we re ne. Bûna li kêleka we, îro tê wateya bûna li kêleka demokrasiyê û bûna li aliyê îradeya netewî ye. Di vî warî de bila kes guman neke ku em dê sibe jî peyamên herî xurt bidin.”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî di hevdîtinê de spasiya piştgiriya Davutoglu kir û ragihand, “Hûn di vê saetê de hatin Stenbolê û bi me re bûn. Bi rastî jî îxaneteke mezine li hember demokrasiya welatê me ku piştî salên dirêj wek şahidên wê rojê vegerandina kêliyeke wiha li vî welatî. Em dixwazin bi pêş ve biçin, lê mixabin em paşde çûne. Hêvîdar im bi hev re em dê bi hevkariya we pêvajoyê bi awayekî herî baş bigihînin cihekî gelek çêtir. Ev tenê biryardariya me zêde dike, hêviya me bilind dike, hêza me zêde dike. Ew dê nebe sedema tiştek din.”

Îmamoglu biryara dadgehê şermezar kir û ragihand, “Bi rastî ez şerm dikim ku dibînim ka siyaset çawa mirovan ji prensîban dûr dixe. Yên ku dikevin nava gendeliya desthilatdariyê, dikevin dorhêleke wisa xerab ku; hiş jî diçe û wijdan jî diçe. Mesele neketina nav gendeliya wê hêzê û demkî dîtina van desthilatan e. Lê mixabin cenabê Serok xwe wek xwediyê her meqamî dibîne.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst