AK Partî: Divê HSD bi lez Peymana 10ê Adarê bi cih bîne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Omer Çelîk HSD AK Partî Sûriye Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk bangî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir û got, "Divê madeyên Peymana 10ê Adarê bi lez werin bicihanîn.”

Çelîk her wiha destnîşan kir ku di navbera rayedarên partiyê û hikûmetê de li ser mijara Rojavayê Kurdistanê ti nakokî nînin û ew dixwazin êdî vê nîqaşê li dû xwe bihêlin.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk piştî civîna Lijneya Birêvebir a Navendî ya partiya xwe (MKYK) di konferansa rojnamegeriyê de axivî.

Çelîk diyar kir ku di rapora ku AK Partiyê pêşkêşî Komîsyonê kiriye de nêrînên xwe bi zelalî anîne zimên û got, "Di serdema pêş de gavên ku ji bo danîna çekan bên avêtin û raporên ku fesixkirina rêxistina terorê piştrast bikin, dê gelek mijaran hêsantir bikin."

"Mijara sereke xwefesixkirin e"

Çelîk bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got:

"Xala sereke ew e ku mijara fesixkirinê (PKK) ji gotinan derbasî kiryaran bibe. Ev yek bi pêvajoya herêma bêteror’ ve girêdayî ye.

Em wekî perspektîfekê lê dinêrin ku dê aramî û refaha miletê me dabîn bike.

Me di rapora xwe de jî behsa vê kiriye. Em dê di çarçoveya 'yek welat, yek milet, yek al û yek dewlet' û prensîbên welatîbûnê de ber bi paşerojê ve bimeşin."

"Li ser HSDyê cudahiya nêrînan nîne"

Çelîk li ser pirsa derbarê gotinên Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarioglu yên li ser Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan û polîtîkaya Rojavayê Kurdistanê jî got, di navbera saziyên wan de nakokî nînin.

Omer Çelîk behsa helwesta AK Partiyê kir û got, "Xeta polîtîkaya karên derve ya ku Serokkomarê me xêz kiriye, ji aliyê hemû hevalên me yên kabîneyê ve tê şopandin.

Di mijara HSDyê de di navbera wezîr û rayedarên partiya me de ti cudahiya nêrînan nîne.

Gotinên Wezîrê me yê Karên Derve encama îradeya Serokkomarê me ne. MÎT û Wezareta Parastinê jî di nav vê îradeyê de ne."

Çelîk amaje pê kir ku Galîp Ensarioglu daxuyaniyek daye û gotiye qesta wî ne Wezîrê Karên Derve bûye.

"Heke li gorî peymanê tevbigerin dê gef nemîne"

Omer Çelîk HSD wekî "gef" pênase kir û îdia kir ku eger li gorî "Peymana 10ê Adarê" tevbigerin ew dê ji bo Tirkiye û Sûriyeyê nebin gef.

Berdevkê AK Partiyê di berdewamiyê jî de got,"Di xalên Peymana 10ê Adarê de îfadeyên xurt hene ji bo naskirina nasnameyên ku di dema rejîma Esed de hatibûn redkirin û destkeftiyên birayên me yên Kurd ên Sûriyeyê.

Ji aliyê HSDyê ve daxuyanî tên ku dibêjin 'em wekî hêzeke xweser bibin perçeyekî vê derê.'

Li welatekî du artêş, du hêzên çekdar nabin. Dawiya vê senaryoya şerê navxweyî ye."

Banga ji bo HSDyê

Berdevkê AK Partiyê bangî HSDyê kir û wiha pê de çû:

"Em dibêjin li gorî Peymana 10ê Adarê tevbigerin. Eger hûn xwe cûda ragihînin, di nav dewlet û ewlehiya Sûriyeyê de bibin hêzeke cuda ev yek nayê qebûlkirin.

Divê madeyên Peymana 10ê Adarê bi lez werin pêkanîn. Divê ev nîqaş ji rojevê derkeve. Em dixwazin vê li pey xwe bihêlin."

Operasyona leşkerî

Çelîk li ser îhtimala operasyona leşkerî jî hişyarî da û got, "Amadehiya Tirkiyeyê ya leşkerî her tim heye.

Pêdivî nake Artêşa Tirkiyeyê bisekine. Dema Serokkomarê me wekî serfermandar fermanê bide, dê were pêkanîn."

Hevdîtina bi DEM Partiyê re

Çelîk li ser daxwaza hevdîtinê ya Heyeta Îmraliyê ya bi Recep Tayyîp Erdogan re jî got:

"Di van hevdîtinan de her kes nêrînên xwe bi nezaket tîne zimên. Vê carê jî bi heman awayî nêrînên xwe gotin.

Xalên ku em hevpar difikirin hene û yên em cuda difikirin hene.

Ev dan û standinên di navbera partiyên siyasî de her tim bi qîmet in."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst