Mîthat Sancar: Me û CHPyê li hev kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Heyeta Îmraliyê Mîthat Sancar CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Heyeta Îmraliyê Mithat Sancar ragihand ku ji bo berdewamkirina pêvajoya çareseriyê wan û CHPyê li hev kir.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê li Enqereyê bi Serokê Giştî CHPyê Ozgur Ozel re civiya.

Endamên Heyteta Îmraliyê Pervîn Buldan, Mithat Sancar û Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faik Ozgur Erol îro çûn Navenda Giştî ya CHPyê kir.

Endamê Heyeta Îmraliyê Mithat Sancar ragihand ku CHPyê îradeya xwe nîşan daye ku di pêvajoyê de rola xwe bi awayekî erênî bilîze.

Ozgur Ozel û Heyeta Îmraliyê piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê.

"Me lihevkirinek dît"

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Mithat Sancar diyar kir ku ji bo berdewamkirina pêvajoya çareseriyê wan bi CHPyê re li hev kiriye.

Sancar da zanîn ku wan fikar û rexneyên xwe parve kirine û got:

"Em di mijarekê de hevnêrîn in. Divê pêvajo bi gotûbêj û diyalogê û bi hevdîtinên dualî berdewam bike.

Di vê mijarê de lihevkirina siyasî û civakî di warê jiyanî de girîng e."

Sancar bal kişand ser rola CHPyê û wiha pê de çû:

"Me careke din dît ku CHPyê ev îrade nîşan da ku di vê pêvajoyê de vê rolê bi awayekî erênî bîne cih. Ev gelekî girîng e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst