Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Erol îro li parlamentoya Tirkiyeyê, bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re civiyan.
Pervîn Buldanê got, “Me li nêrînên wî yên erênî yên li ser pêvajoyê careke din guhdar kir.”
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzerê Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol pêk tê hevdîtinên xwe yên siyasî didomîne.
Heyet îro bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç , Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re civiya.
Pervîn Buldanê piştî ziyaeta li gel Bahçelî, daxuyaniyek da.
“Em dê birêz Bahçelî agahdar bikin”
Buldan diyar kir ku wan hevdîtineke gelekî erênî û berhemdar kiriye û wuha got:
“Îro me hevdîtineke din a girîng kir. Ev ji sibeyê ve hevdîtina me ya sêyemîn bû.
Em bi taybetî spasiya Serokê Giştî yê MHPyê birêz Devlet Bahçelî dikin ku em qebûl kirin.
Me hevdîtineke gelekî erênî û berhemdar pêk anî.
“Me nêrînên erênî guhdar kirin”
Me derbarê qonaxa ku pêvajo gihiştiyê agahî bi hev re parve kirin. Me li nêrînên erênî yên birêz Bahçelî yên derbarê pêvajoyê de careke din guhdarî kir.
Ez dixwazim diyar bikim ku piştî vê pêvajoyê dê hevdîtinên me qonax bi qonaxan hem bi birêz Bahçelî re hem jî bi partiyên din ên mixalefetê û pêkhate û aktorên Tifaqa Cumhur re bidomin.
“Pêwîstiya me bi hev heye”
Di qonaxa komisyonê de jî pêwîstiya me bi hev heye.
Pêwîstî bi îstîşareyê heye. Em di wê baweriyê de ne ku pêwîstî bi helwesteke hevpar heye.
Em dê di her qonaxê de hem birêz Bahçelî hem jî serokên giştî yên partiyên din agahdar bikin.
Ji bo ku ev pêvajo di demeke herî kin de veguhere pêvajoyeke aştiyê, em dê her cure piştgirî û têkoşîna pêwîst bidin.
Ez careke din li ser navê heyeta me spasiya birêz Bahçelî û heyata wî dikim.”
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fethî Yildiz jî beşdarî hevdîtinê bû.
Heyeta Îmraliyê dê sibe jî saet 13:00an li Navenda Giştî ya CHPyê, Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ziyaret bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse