Heyeta Îmraliyê dê Bahçelî û Ozel ziyaret bike

13-07-2025
RÛDAW
Nîşan Heyeta Îmraliyê Mîthat Sancar Pervîn Buldan Devlet Bahçelî Ozgur Ozel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya ji Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar pêk tê, dê bi Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re bicive.

Piştî ku komeke gerîlayên PKKyê  11ê Tîrmehê çek danî, hevdîtin û serdanên Heyeta Îmraliyê jî dê bidomin.

Vê hefteyê dê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re jî hevdîtinek bê kirin.

Li gorî nûçeya Haberturkê, tê payîn ku Heyeta Îmraliyê vê hefteyê piştî hevdîtina bi lîderan re careke din biçe Îmraliyê.

Endamên heyetê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê pêşî bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re û paşê jî bi Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel re bicivin.

Tê plankirin ku serokên partiyên ku di meclisê de koma wan nîne jî bên ziyaretkirin û derbarê asta ku pêvajo gihiştiyê agahî bên dayîn.

Girtiyên nexweş dê bên gotûbêjkirin

Hevdîtina ku biryar bû hefteya borî bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re bê kirin lê nehatibû kirin, dibe ku vê hefteyê pêk were.

Mijarên hevdîtinê dê girtiyên nexweş û avêtina hin gavên yasayî bin.

Tê gotin ku piştî van hemû hevdîtinan Heyta Îmraliyê careke din biçe giravê.

Her wiha tê gotin ku dê hem pêvajoya çekdanînê û hem jî serdanên bi lîderan re, bi taybetî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, bên gotûbêjkirin.

Heyeta Îmraliyê 7ê Tîrmehê bi Erdogan re hevdîtin kiribû.

11ê Tîrmehê jî komeke gerîlayên PKKyê çekên xwe şewitandibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst