Alî Çeven dê were berdan: ‘Biryar hat dayîn’

16-09-2025
RÛDAW
Nîşan Alî Çeven Ez ne Tirk im
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Biryara berdana Alî Çevenê ku di roportajeke kolanê de gotibû “Ez ne Tirk im” hat dayîn.

Suphî Ozgenê ku parêzerê Serokê Komeleya Pêşengên Kurd Alî Çeven e ji Rûdawê re biryara berdana wî ragihand.

Alî Çeven di roportajeke kolanê de gotibû “Ez ne Tirk im” û paşê bûbû hedefa êriş û gefan.

Çeven piştî wê roportajê hatibû desteserkirin lê paşê hatibû berdan û 1ê Çiriya Paşîn a 2024an hatibû girtin.

Parêzer Suphî Ozgen li ser biryara berdana Alî Çeven ji Rûdawê re got:

“Dadgehê biryara berdana Alî Çeven da lê dê danê êvarê kar û barên fermî werin temamkirin û ji girtîgehê were berdan.”

Alî Çeven piştî roportajekê ku tê de gotibû “Ez ne Tirk im” bi hinceta “propagandaya rêxistina çekdar a terorê kiriye” hatibû girtin.

Doza Alî Çeven 28ê Kanûna Paşîna a îsal li Dadgeha 20emîn a Ceza ya Bingehîn a Buyukçekmeyê hatibû dîtin.

Tevî ku dozger daxwaza beraetê wî kiribû jî dadger biryara ceza dayê.

Dozger xwestibû ku Çeven beraet bike lê dadgehê daxwaza dozger a beraetê red kiribû û 3 sal cezayê girtîgehê li Alî Çeven birîbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst