Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Girîng e ku HSD entegreyî artêşê bibe

16-10-2025
RÛDAW
Nîşan Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk HSD Artêşa Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk ragihand ku entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya nav artêşa Sûriyeyê gelekî girîng e.

Şêwirmendê Çapemenî û Têkiliyên Civakî yê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê û Berdevkê Wezaretê Zekî Akturk, civîna agahdarkirinê ya heftane ya çapemeniyê li dar xist û derbarê rojevê daxuyanî da.

Zekî Akturk li ser pirsên derbarê civîna ku Tirkiyeyê 12ê Çiriya Paşîn a li Enqereyê bi şandeya Sûriyeyê re kiribû wiha got:

"Wekî ku hûn dizanin, hikûmeta nû ya Sûriyeyê bi hemû sazî û yekîneyên xwe ji bo jinûveavakirin û pêkanîna aramî û ewlehiyê li welêt xebatên xwe didomîne.

Di vê çarçoveyê de, ji bo zêdekirina kapasîteya ewlehiyê ya Sûriyeyê, paqijkirina herêmê ji terorê û pêkanîna aramî û ewlehiyê em xebatên xwe yên ji bo zêdekirina hevahengî û hevkariya xwe ya bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re didomînin.

Di civîna sêalî ya 12ê Çiriya Pêşîn de, hewlên ji bo zêdekirina kapasîteya Sûriyeyê û bipêşxistina hevkariya bi Sûriyeyê re tên dayîn, hatin gotûbêjkirin.”

“Entegrebûna HSDyê xwedî girîngiyeke krîtîk e”

Zekî Akturk da zanîn ku ew di çarçoveya aramî û ewlehiya Sûriyeyê de, piştgiriya prensîba “yek dewlet, yek artêş” dikin û got ku tevlîbûna HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê xwedî girîngiyeke krîtîk e.

Akturk di heman demê de da zanîn ku ew wekî Tirkiyeyê derbarê vê mijarê de bi mixatabên xwe re hevahengiyên pêwîst dikin û pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst