Dadgehê hinceta biryara xwe ya derbarê êrişa li dijî malbata Dedeogullari de eşkere kir

16-11-2022
RÛDAW
Doza êrîşa nijadperestî ya 12ê Gulana 2021ê û doza kuştina 7 endamên malbatê, wek du dozên cuda dihat birêvebirin û daxwaza parêzeran a yekkirina dozan ji aliyê dadgehê ve hatibû redkirin.
Doza êrîşa nijadperestî ya 12ê Gulana 2021ê û doza kuştina 7 endamên malbatê, wek du dozên cuda dihat birêvebirin û daxwaza parêzeran a yekkirina dozan ji aliyê dadgehê ve hatibû redkirin.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Têkildarî êrîşa nîjadperest a ku beriya kuştina 7 endamên malbata Dedeogullarî li Konyayê, lîjneya dadgehê hinceta biryara eşkere kir. Lîjneya dadgehê derbarê êrişa li dijî malbata Dedeogullari de dibêje: “Mebesta bersûcan li hember mexdûran birîndarkirin bûye, ne kuştin.”

Heft endamên malbata Kurd a Dedeogullari ya ji Qersa Bakurê Kurdistanê ku li Konyayê bicîh bûbûn 30ê Temûza 2021ê ji aliyê cîranên xwe ve di êrîşeke nijadperestî de hatibûn kuştin, lê beriya wê bûyerê jî di 12 Gulana 2021ê de ew malbata Kurd ji aliyê malbatên bi navê Çalik û Keleş ve rastî êrişa nîjadperestî hatibû.

Di doza ku derbarê vê êrîşê de hat vekirin de 2 kes jê girtî 9 kes ji 2 salan heta 6 salan hatin cezakirin.

8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê biryara xwe ya bi hinceta cezayê ku li bersûcan hatiye birîn eşkere kir.

Lîjneya dadgehê di hinceta xwe de dibêje ku êrişa li hemberî malbata Dedeogullari bi armanca “birîndarkirinê” bûye.

Di biryara lîjneya dadgehê de wiha tê gotin: “Şer bi bixwe û bê astengî bi dawî bûye, di dosyaya me de tu delîl nehatine eşkerekirin ku berê dijminatiya aliyan hebûye. Di şerî de  dar hatine bikaranîn û niyeta tawanbaran li hember qurbaniyan jî ew bû ku qurbaniyan birîndar bikin.”

“Mebesta komkujiyê tune”

Li gor biryarê bersûc ne bi armanca "komkujiyê" tevdigerin û wiha hat gotin, "Dema ku hemû delîl bên nirxandin, tê dîtin ku bersûc ne bi armanca komkujiyê tevgeriyane. Bûyer ji ber sedema nîqaşa di navbera du malbatên cîran de derketiye û veguheriye şer. Ji ber vê yekê em nikarin bibêjin tawanbaran bi mebesta jenosîdê tevgeryane yan jî weke sûcên li dijî mirovahiyê binirxînin.”

Kî bi çi qasî hat cezakirin?

9 bersûcan cezayên cuda yên girtîgehê wergirtin, ku her yek ji wan li gorî hejmara kesên ku di şer de lêdane.

Ji bersûcan Lutfî Keleş 5 sal 9 meh, kurê wan Alî Keleş 3 sal 6 meh, Îbrahîm Keleş 3 sal 6 meh, ji hevjîna wî Ayşe Keleş re salek û mehek cezayê girtîgehê hat birîn, lê piştî biryar hat eşkere kirin ew hatin berdan. Li Velî Keleş 6 sal 3 meh, biraziyê wî Alî Keleş 5 sal 3 meh, zavayê wî Yahya Çalik 6 sal 3 meh, kurên Yahya Çalik yên bi navê Ramazan Çalik 2 sal 9 meh û Alî Çalik jî 6 sal û 3 meh ceza hat birîn.

Dadgehê derbarê bersûcên girtî Lûtfî Keleş û biraziyê wî Alî Keleş de dema ew di girtîgehê de mane li ber çavan girt û biryara serbesrberdana wan jî da.

Di 12ê Gulana 2021an de nêzîkî 60 endamên malbatên Keleş û Çalik li navçeya Meram a Konyayê li dijî malbata Dedeogûllari êrişeke nîjadperest pêk anîbûn û endamên malbatê bi tundî birîndarkiribûn û gefên nijadperestî li dijî wan xwaribûn.

Kesê bi navê Mehmet Altun jî roja 30 Tîrmehê li navçeya Meramê ya Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû û 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê wan.

Doza êrîşa nijadperestî ya 12ê Gulana 2021ê û doza kuştina 7 endamên malbatê, wek du dozên cuda dihat birêvebirin û daxwaza parêzeran a yekkirina dozan ji aliyê dadgehê ve hatibû redkirin.

Doza komkujiya malbata Dedeogullari sibe tê birêvebirin

Doza derbarê kuştina 7 endamên malbata Dedeogullari li navçeya Meram a Konyayê sibe li 4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê tê birêvebirin. Tê çaverekirin di rûniştina sibe ya dozê de biryar bê dayîn.

Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qers a Bakurê Kurdistanê ve çûbûn Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meramê bicîh bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst