Hewlêr (Rûdaw) - Doza derbarê kuştina 7 endamên malbata Dedeogullarî de dê sibe 17ê Mijdara 2022ê bê dîtin. Di doza 27ê Cotmeha 2022ê de dihat çaverêkirin ku biryar bê dayîn, lê dadgeh bo 17ê Mijdarê hatibû paşxistin.
Di dozê de 13 kesên ku bi tohmeta destê wan di komkujiya malbata Kurd de hebûye hatibûn desteserkirin, lê 12 hatine azadkirin û tenê kujer Mehmet Altun bi awayekî girtî tê darizandin.
Doza derbarê kuştina 7 endamên malbata Dedeogullari li navçeya Meram a Konyayê sibe li 4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê tê birêvebirin. Tê çaverekirin di rûniştina sibe ya dozê de biryar bê dayîn.
Parêzerê Dozê Atilla Kart piştî rûniştina dadgeha 27ê Cotmehê ragihandibû ku dadgeh naxwaze kesên li pişt êrişê bên eşkerekirin û gotibû: “Sedema vê yekê çi ye? Li gor tesbîtan kesên hêza rayagiştî bikar tînin hene, rayedarên dewletê jî hene. Wêneyê mezin dê derkeve holê û bi vî awayî dadgeh jî dixwaze nîqaşa sûcên dijî mirovahiyê û qirkirinê asteng bike. Ew encamên ku dê li ser wê mijarê derkevin holê asteng dike. Bingeh ev e.”
Di 12ê Gulana 2021ê de hejmarek faşîstên Tirk ên cîranê malbata Dedeogullari êrîşî malbatê kiribûn û endamên malbatê birîndar kiribûn. Piştî êrîşa 12ê Gulana 2021ê kujerê bi navê Mehmet Altun roja 30ê Temûza 2021ê li navçeya Meramê ya Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû ku ji Qersa Bakurê Kurdistanê bûn û 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê wan.
Malbata Dedeogullari, berî bi 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistanê çûne Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meramê bicîh bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivkayetî bi wan dihat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse