Hevdîtinên Heyeta Îmraliyê didomin: 'Pêvajo hêdî dimeşe'

2 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê çû serdana Partiya Paşerojê \ Wêne: Rûdaw
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê çû serdana Partiya Paşerojê \ Wêne: Rûdaw
Nîşan Heyeta Îmraliyê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu Pêvajo DEM Partî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi partî û aliyên siyasî re civînan pêk tîne.

Heyeta Îmraliyê piştî hevdîtina bi Partiya DEVA û MHPyê re li Enqereyê çû serdana Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê di çarçoveya serdanên xwe yên ji bo partiyên siyasî de li Navenda Giştî ya Partiya Paşerojê ji aliyê Ahmet Davutoglu ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de li ser mijara amadekirina raporên dawî, hevdîtinên bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re û bi giştî li ser pêvajoyê gotûbêj hatin kirin.

"Davutoglu xwedî tecrubeyeke baş e"

Endamê Heyeta Îmraliyê Mîthat Sancar piştî civînê got:

“Me hevdîtineke girîng pêk anî. Armanca me ew bû ku em hem agahiyan bidin hem jî li ser pêvajoyê gotûbêjeke giştî bikin.

Hemû alî dizanin ka pêvajo çend hesas û girîng e. Di vê mijarê de Birêz Davutoglu û şandeya wî xwedî tecrûbeyeke baş in.”

"Pêvajo hêdî dimeşe"

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu bal kişand ser leza pêvajoyê û got:

“Derbarê jêrxaneya yasayî û hiqûqî de tiştê ku pêwîst e bê kirin divê demildest bê kirin.

Rast e ku hemû alî gelekî bi hişyarî tevdigerin lê bi dîtina min pêvajo gelekî hêdî dimeşe.”

Partiya Paşerojê ku yek ji pêkhateyên Koma Rêya Nû ye rapora xwe ya derbarê pêvajoyê de amade kiriye û dê radestî serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê bike.

Li gorî agahiyên ku ketine destê Rûdawê, Partiya Paşerojê di rapora xwe de ji bo pêvajoyê daxwaza bingeheke yasayî dike.

"Mijara sereke gavên yasayî ne"

Parlamenterê Partiya Paşerojê Mustafa Bîlîcî ji Rûdawê re axivî û got:

“Ji bo ku xeletiyên berê neyên ducarekirin û gavên pêwîst bên avêtin şande dixwaze ji tecrûbe û ezmûna Birêz Serokê me yê Giştî sûdê wergire.

Ez wisa dibînim ku êdî mijara sereke dê bibe pêvajoya raporên Komîsyonê û pêngavên yasayî.

Piştî vê jî êdî dê gavên demokratîk bên avêtin. Ji bo vê jî dê dan û standin bên kirin.”

Li gorî agahiyan, Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê rojên pêşiya me bi CHP, AK Partî, Wezareta Dadê û herî dawî jî bi Serokkomarê Tirkiyeyê re bicive û dawiya vê mehê jî dê serdana Îmraliyê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst