Aydin Altaç: Divê di makezagonê de mafên me mîna hev bin

12-03-2025
Nalîn Hesen
Aydin Altaç bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Aydin Altaç bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Partiya Paşerojê DEM Partî Pêvajo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Paşerojê yê Amedê Aydin Altaç diyar kir ku divê li Tirkiyeyê mafên her kesî wekî hev bin.

DEM Partî di çarçoveya hevdîtinên pêvajoya çareseriyê de îro li gel Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Saadetê û Partiya Paşerojê hevdîtinan dike.

Serokê Partiya Paşerojê yê Amedê Aydin Altaç ragihand ku civîna wan a îro bi şandeya DEM Partiyê re gelekî girîng e û ew dê nerînên xwe derbarê pêvajoya aştiyê ji hev re bibêjin.

Altaç beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû ku Nalîn Hesen pêşkêş dike û mijarên li rojevê nirxandin.

Wî da zanîn ku divê doza Kurdan bi rêya yasa û destûrê û bi awayekî ku nasnameya Kurdan bê naskirin û zimanê Kurdî û çanda Kurdî bên çespandin bê çareserkirin û got:

"Eger Tirkiye bixwaze vê pirsgirêkê ji binî çareser bike divê bi rêya makezagonê çareser bike ji ber ku ev dê bibe garantî.”

Gavên ji bo pêvajoyê

Serokê Partiya Paşerojê yê Amedê diyar kir ku divê hikûmeta Tirkiyeyê niha gavan biavêje û divê tundiya li ser gel ji holê bê rakirin.

Her wiha destnîşan kir divê şandeyeke pispor bê pêkanîn da ku “pirsgirêka Kurdan” bi rêya makezagonê bê çareserkirin.

Peymana Ebdî û Şer

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer 10ê Adarê peymanek îmze kir.

Aydin Altaç eşkere kir ku ew bi wê peymanê gelekî kêfxweş in û hêvîdar in ku pêwendiyên di navbera wan de her xurttir bibin.

Wî diyar kir ku pêwîst e di makezagonê de mafên Kurdan bên misogerkirin û ev yek dê ji bo Tirkiye û Sûriyeyê baş be.

Altaç daxuyand, eger Kurd li Rojava serbixwe bin dê gelekî baş be û pê de çû:

"Eger Kurd li wê herêmê serbixwe bin, careke din alozî dernakevin û çawa li Kurdistana Îraqê aramî heye, dê li Rojava jî aramî hebe û ji bo Tirkiyeyê jî dê gelekî baş be."

Hevdîtinên li pêşiya me

DEM Partî dê 17ê Adarê jî dê li parlamentoya Tirkiyeyê li gel MHP û AK Partiyê hevdîtinê bike.

DEM Partî derbarê pêvajoya çareseriyê zanyariyan dide partiyan.

Eger heye di demên pêş de li Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo pêvajoya çareseriyê komîsyonek bê avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst