KCK: Rola Sirri Sureyya Onder pêwîst dike ku bi guman li rewşê were nêrîn

17-04-2025
RÛDAW
Nîşan Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sirri Sureyya Onder
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokatiya Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand, “Rola Sirri Sureyya Onder a di pêvajoya aştiyê de pêwîst dike ku bi guman li rewşa heyî were nerîn.”

Hevserokatiya Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser rewşa tenduristiyê ya Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Sirri Sureyya Onder ji 15ê mehê ve piştî ku krîza dil lê da hat emeliyatkirin û di bin çavdêriya hûr a bijîşkan de ye.

KCKyê hêviya silametî û başiyê ji Onder re xwest û got:

“Cihê xemgîniyeke mezin e, mirovekî hêja ketiye rewşeke bi vî rengî ku bi têkoşîna xwe ya sosyalîzm û demokrasiyê, bi karên xwe yên fikrî û hunerî bûye malê civakê.

Hêvî û daxwaza me ew e ku ji vê rewşê rizgar bibe û di serî de karên ji bo aştî û demokrasiyê hemû karên xwe ji cihê mayî berdewam bike.”

KCKyê bal kişand ser rola Sirri Sureyya Onder a di pêvajoya aştiyê de û anî ziman:

“Di demekê de ku li Tirkiyeyê çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurdan ji nû ve kete rojevê û gavên girîng ber bi diyalogê ve tên avêtin, gelekî girîng e ku Sirri Sureyya Onder di vê pêvajoyê de bi roleke stratejîk radibû, kete rewşeke bi vî rengî.

Ji ber ku Sirri Sureyya Onder karekî girîng meşand û ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi pêş ve biçe û bigihêje vê astê sûdeke girîng dida.

Li ser vê bingehê piştî hevdîtina bi Serokkomar û beriya hevdîtina bi Wezîrê Dadê re rewşeke wiha çêbûye.

Lewma yên ku li Tirkiyeyê alîgirê demokrasiyê û çareseriya pirsgirêka Kurdan in, divê wate û qîmeta hewldanên Sirri Sureyya Onder baştir fam bikin û ji bo bipêşvebirina pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyê wêrektir bixebitin û hewl bidin.”

KCKyê ragihand, bijîşkên Onder diyar kiriye ku rewşa bi serê Sirri Sureyya Onder hatiye ne rewşeke asayî ye û divê ji ber rola Onder a di pêvajoyê de bûyera bi serê wî de hatiye bi awayekî biguman were dîtin û  ji aliyên pêwendîdar daxwaza lêkolînê kir.

“Rêber Apo bi girîngî bal kişandibû”

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) her wiha anî ziman:

“Eger rola Sirri Sureyya Onder a di pêvajoya siyasî de li ber çavan were girtin, pêwîst e biguman li rewşê were nêrîn.

Ji ber ku ji aliyê hêzên navxwe û derve yên li dijî pêvajoya aştî û demokratîkbûnê ve tê zanîn ku Sirri Sureyya Onder ji bo vê pêvajoyê di nava hewldaneke çalak de bû.

Em dixwazin vê fikara xwe bînin ziman û ji hêzên pêwendîdar hemûyan dixwazin ku ji bo ronîkirina vê rewşê bikevin nava hewldanên pêwîst.

Ji xwe Rêber Apo di hevdîtinan de bi girîngî bal kişandibû ser vê yekê ku rewşên bi vî rengî dikarin biqewimin û ji her kesî xwestibû ku baldar bin.

Ji ber vê yekê ev bûyereke ku divê were lêkolînkirin û zelalkirin e.”

Koma Civakên Kurdistanê di berdewamiya daxuyaniya xwe de da zanîn:

“Pêvajoya banga Aştî û Çareseriya Demokratîk a Rêber Apo dest pê kir û bi ked û hewldanên mezin ên Birêz Sirri Sureyya Onder bi pêş ve çû.

Em dê hewldanên xwe ji niha û pê ve jî berdewam bikin.

Hem ji ber baweriya xwe ya bi Rêber Apo û pêvajoyê, hem jî ji ber qedr û qîmeta ku em didin dostê xwe, hevrêyê doza gelê me Birêz Sirri Sureyya Onder, em dê hewldana xwe zêde bikin û berdewam bikin.

Em careke din ji wî re şîfaya xêrê dixwazin û dibêjin, dilê me bi dilê wî yê hêja re lê dide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst