Erdogan bersiva Netanyahu da

17-09-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Benjamin Netanyahu Qudis
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, bi gotinên tund bersiva Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da ku gotibû, "Qudsi bajarê me ye".

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Qudis wekî "doz û mîrata hevbeş a 2 milyar alema Îslamê" bi nav kir û helwesta Netanyahu wekî "êşa dûvikê ya Hîtler" wesifand.

Mijar û statuya Qudisê şerekî nû yê dîplomatîk di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de daye destpêkirin.

Nakokî piştî daxuyaniyên dawî yên her du lîderan careke din gur bû.

"Qudis bajarê me ye, ne yê we ye"

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan sala 2020an di axaftineke li parlamentoyê de behsa wî bajarî kiribû û gotibû “Qudis bajarê me ye” û bal kişandibû ser girîngiya Qudisê ya di serdema Osmaniyan de.

Lê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu doh bertek nîşanî van gotinan da û rasterast Erdogan kir armanc û got:

“Birêz Erdogan ev der (Qudis) bajarê me ye û ne bajarê we ye û dê hertim wekî bajarê me bimîne.”

Netanyahu her wiha behsa serpêhatiyeke xwe ya sala 1998an a ligel Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Mesut Yilmaz jî kir û îdia kir ku wî xwestiye tableteke Îbranî ya 2700 salî ku di tuneleke Qudisê de hatiye dîtin veguhêze Îsraîlê lê Yilmaz ev daxwaz ji ber helwesta Serokê wê demê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Recep Tayyîp Erdogan red kiriye.

"Em gavekê jî ji mafên xwe paşde navêjin"

Erdogan jî di merasîma danîna kevirê bingehîn a Kampusa Wezareta Karên Derve de bersiva Serokwezîrê Îsraîlê da û got:

“Netanyahu van tiştan nizane. Îro ez ji vir bi dengekî bilind bibêjim, belkî fêr bibe. Me ev bajar bi hîkmet û xweşbîniyê kir welatekî aştiyê û aramiyê.

Ev êşa dûvikê ya tîpên wekî Hîtler derbas nabe."

Erdogan bal kişand ser serdema 400 salên Qudisê yên di bin desthilata Osmaniyan de û got:

“Qudis doz û mîrata hevbeş a 2 milyar alema Îslamê ye. Em rê nadin destên biyanî wê qirêj bikin.

Em wekî Misilman yek gav jî ji mafên xwe yên li Qudisa Rojhilat paşde navêjin."

Serokkomarê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de banga damezrandina dewleteke serbixwe û serwer a Filistînê ku paytexta wê Qudisa Rojhilat be û li ser bingeha sînorên sala 1967an be, li civaka navneteweyî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst