Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya Partiya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê hişyarî da ku her ku rîtma pêvajoya çareseriyê kêm dibe wêrekiya alîgirên şer zêde dibe.
Tulay Hatîmogullari li civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê li ser pêvajoya çareseriyê axivî.
Hatîmogullariyê got, "Derfeteke dîrokî di destê Tirkiyeyê de heye. Ev derfet ji bo çareserkirina pirsgirêkeke 100 salî û bidawîkirina şerê 50 salî ye.
"Divê dewlet gavên berbiçav bavêje"
Hatîmogullari rexne li hikûmet û mixalefetê girt û got, "Ew ji bo civakîbûna aştiyê ne li qadan in û ji bo sererastkirinên yasayî ti gav nehatine avêtin."
Hevseroka DEM Partiyê bangî hikûmet û dewletê kir ku bi taybetî di warê sererastkirinên yasayî de bikevin qonaxa gavên berbiçav.
Hatîmogullariyê xwest ji bo zêdekirina baweriyê di nava xelkê de bi lez gav bên avêtin û got, "Divê berî ku bûdceya 2026an bê parlamentoyê, sererastkirinên yasayî bên kirin ev dê baweriyê zêde bike û rê li ber serkeftina pêvajoyê veke."
"Provokasyon zêde bûne"
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser provokasyonên nijadperest ên ku di demên dawî de zêde bûne û got, "Her gava ku neyê avêtin û her derengketin, dijberên pêvajoyê wêrektir dike. Em dê nekevin nava vê aloziya nijadperestiyê.
Em dê enerjiya xwe ji bo avakirina aşitî û civakeke demokratîk xerc bikin û em dê lîstika wan deşîfre bikin û nekevin xefikên dijberên pêvajoyê."
Banga berdana Demîrtaş û Yuksekdagê
Hatîmogullariyê bal kişand ser ziyareta xwe ya ji bo Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê jî û got, "Divê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû hevalên me yên di Doza Komploya Kobaniyê de girtî ne bi lez bên berdan. Divê saetekê jî di hundir de nemînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse